HPC`ê dewriyeyên xwe li Kobanê zêde kirin

Piştî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û tevgerên çeteyên wê yên li eniyên şer, Hêzên Parastina Civakî di vê dawiyê de dewriyeyên xwe li kantona Kobanê zêde kirin.

HPC`ê dewriyeyên xwe li Kobanê zêde kirin
HPC`ê dewriyeyên xwe li Kobanê zêde kirin
HPC`ê dewriyeyên xwe li Kobanê zêde kirin
HPC`ê dewriyeyên xwe li Kobanê zêde kirin
HPC`ê dewriyeyên xwe li Kobanê zêde kirin
HPC`ê dewriyeyên xwe li Kobanê zêde kirin
HPC`ê dewriyeyên xwe li Kobanê zêde kirin
HPC`ê dewriyeyên xwe li Kobanê zêde kirin
9 mijdar, 2021   01:45
KOBANÊ-ZANA SEYDÎ

Li gel gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) liv û tevgerên xwe li têketina bajêr, taxên sereke û rêyên cuda yên kantona Kobanê zêde kirin û tevgera çûn û hatinê kontrol dikin.

Di tariyê de Şêx Elî Cebir (60) yê ji Kobanê, bi çeka xwe tevî endamên HPC’ê li bendeke demkî ya li têketina bajêr a li aliyê başûr nobetê digirin.

Şêx Elî Cebir parastina cewherî wek tovika hêza civakê û vîna wê dibîne. Her wiha destnîşan kir ku çi dibe bila bibe lê vîna civakê nayê şikandin. Şêx Elî Cebir got: “Em ne hêzeke leşkerî ya birêxistinkirî ne, lê belê em gelek in ku li ser berxwedanê hatiye birêxistinkirin. Helbet dê hedefgirtina herêmên me ne hêsan be, ji ber ku dê rastî berxwedaneke mezin a gel were.”

'EM CAREKE DIN KOÇBER NABIN Û EM Ê AXA XWE BIPARÊZIN'

Endamekî din ê HPC`ê Bekir Hibo ku li ser bendeke kontrolê ya li ser rêya Cerablusê ya li rojavayê kantonê nobet digirt, got: “Dewleta Tirk û çeteyên wê şerê taybet li dijî herêmê dimeşînin, da ku vîna civakê bişikînin. Ew dixwaze tevliheviyê li herêmê derxe da ku şêniyan koçber bikin û herêmê vala bikin. Lê êdî gelê li vir li Kobanê ji şer û encamên wê aciz bûye. Em careke din koçber nabin û em ê axa xwe biparêzin. Ji bo me şer bûye tiştekî asayî û êdî em jê natirsin.”

Bekir Hibo wiha domand: “Divê em bi hevgirtina xwe û karê durist hewldanên dagirkeriyê têk bibin. Ji bo wê divê em parastina cewherî di hemû waran de xurt bikin.”

Di dirêjahiya gelek salan de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranewestîn. Di encamê de gelek sûcên şer pêk anîn û şênî koçber bûn.

Li aliyekî din, li hemû bendên kontrolê jin cih digirin. Endama HPC`ê Narîn Hemo rojane li rex gelek jinên din ku temenê wan zêdetirî 40 saliyê ye, nobetê digire. Narîn Hemo got: “Ji bo parastina ewlehiya bajêr ji hovîtiya dewleta Tirk a dagirker, em di nava bajêr de nobetê digirin.”

(şx)

ANHA