Çapemeniya PDK'ê girtiyên ji ber doza gendeliyê, wek girtiyên siyasî nîşan dan

Ji kanalên PDK'ê Rûdaw TV, nûçeyeke propagandaya derew belav kir ku Ebid Heme Hesen, Elî Medmûd Direî û Basil Ebîd Hesen li Rojava ji ber sedemên siyasî hatine girtin. Kesên navborî ji ber gendeliya di saziyan de hatibûn girtin.

Çapemeniya PDK'ê girtiyên ji ber doza gendeliyê, wek girtiyên siyasî nîşan dan
9 mijdar, 2021   07:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya PDK'ê di her şert û mercekê de parastina kesên ku zirarê didin gelê Rojava, talan û diziya nirxên gelê Rojava dikin, didomîne.

Ev hewldanên çapemeniya PDK'ê û bi taybet Rûdaw TV’yê, rastî bertekên hemû beşên civakê tên. Çapemaniya PDK’ê, gelek caran kesên ji dewleta Tirk re sîxuriyê dikin, êrişî nirxên gelê Rojava dikin û her cure zirarê didin wan, wekî ku kesayetên siyasî bin dixe rojevê û ev yek dibe sedema berteka gel û wek “Ya ku tê kirin berdewama konsepta dijminatiya Kurdan e” tê şîrovekirin.

Çend roj berê Rûdaw TV’yê li Hewlerê di studyoya xwe de mêvandariya Hemo Ebid Hesen ê ji Kobanê kir ku bi navê Hemûde Bozî jî tê naskirin. Di bernameyê de Hemo Ebid Hesen hewl da sûcên bavê xwe Ebid Heme Hesen, birayê xwe Basil Ebid Hesen û xalê xwe Elî Mehmût Direî fihêl bike û wekî ji ber sedemên siyasî hatine girtin, nişan bide. Lê belê ev kesên navborî bi tawanên wekî dizî, bertîl, gendelî û sextekariyê hatibûn girtin.

PERGALA HIQÛQÊ YA LI ROJAVA GELEKÎ JI YA LI BAŞÛR PÊŞVETIR E

Propagandayeke din a reşkirinê ya çapemeniya PDK'ê jî hewldana afirandina ferasetekê ye ku li Rojava hiqûq nîn e. Hewl dide mîna ku li Rojava ku mirov ketober tên girtin, nîşan bide. Lê belê li Rojava hiqûq û zagon gelekî ji Başûrê Kurdistanê sazkartir e. Bêyî destûr û erêkirina dozgeriyê, kes nayê destgîrkirin an jî girtin.

Kesên ku hewl dan di bernameya Rûdaw TV'yê de fihêl bikin, li ser daxwaza dozgeriyê ji aliyê hêzên ewlehyê ve hatibûn destgîrkirin û lêpirsînkirin û piştî ku sûcên wan ji aliyê dadgeha leşkerî ve hatin piştrastkirin, cezayê girtîgehê û cezayê pereyan li wan hat birîn.

Li gorî qanûnên Rojava, kesên ku di saziyên leşkerî de diziyê dikin, di dadgeha leşkerî de tên darizandin. Ew kes di dadgeha leşkerî de ji ber wan sedeman hatin girtin. Li gorî dozgeriyê, malbatên endamên wê torê her hefte serdana wan dikin.

JI BER DIZIYÊ HATINE GIRTIN

Tevî hemû rastiyan jî Hemo Ebid Hesen di medyaya PDK'ê de hewl dide bav, bira û xalê xwe wekî ku ji ber sedemên siyasî hatine girtin, ne ji ber diziye, nişan bide. Her wiha îdia dikin ku nizanin ew kes li ku derê ne û Rûdaw TV jî dibe şirîkê vê propagandaya derew.

Piraniya kesên zirarê didin gelê Rojava û diziya nirxên geldikin, dibin Hewlerê û PDK wan xwedî dike. Ev yek jî bi temamî sedema bingehîn a berevajîkirina rastiyan a çapemeniya PDK'ê ye. Ya ku tê kirin, xespkirina nirxên gelê Rojava ye, lehengkirina dizan û beravajîkirina rastiyan e.

Her çend gefên dagirkeriya Tirk li ser gelê Rojava didomin jî, gelê Rojava ji ber ku çapemeniya PDK'ê wan nabîne lê li diz û gendelan xwedî derdikeve jî gelekî aciz e.

Tevî siyaseta dijberî Rojava ya saziyên çapemeniyê yên PDK’ê mîna Rûdawê, çavkaniyên Rêveberiya Xweser û QSD'ê destnîşan dikin ku operasyonên bi vî rengî dê li dijî kes û derdorên zirara madî û manewî didin gel, bên kirin û hesabê van hemû kiryaran dê bi biryardarî were pirsîn.

/kr/haber/2-kesn-li-koban-di-saziyan-de-gendel-dikir-hatin-girtin-h53273.html

ANHA