ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-11-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-11-2021
9 mijdar, 2021   00:00

-Şêniyên Minbicê 4 şehîdan li goristana Şehîdan oxir dikin, saet 13:00'an, şêniyên Hesekê jî du şehîdan li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê oxir dikin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya li deriyê Sêmalka ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 35 de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ludo de Brabander diyar kir ku PKK'ê ji ber sedemên siyasî di lîsteya 'rêxistinên terorê' de dihêlin û got “Erdogan ji bo ku rejîma xwe ya neteweperest a otorîter li ser pêyan bihêle, hewcedarî dijminan e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Tirbespiyê diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriye ji cîhanê re îsbat kir ku rastiya gelê şoreşger ê şerker dikare civakek demokratîk ava bike û dagirkeriyê têk bibe. Her wiha bang li gelên herêmê kir ku li hemberî gefên nû yên dagirkeriya Tirk xeta gelê şoreşger berdewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û tevgerên çeteyên wê yên li eniyên şer, Hêzên Parastina Civakî di vê dawiyê de dewriyeyên xwe li kantona Kobanê zêde kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Peymangeha Tenduristiyê ya Herêma Efrînê ya li Şehbayê dest bi pêşwazîkirina beşa yekemîn a xwendekaran kir. Xwendekarên ku ji peymangehê derbiçin wê li nexweşxane û navendên tenduristiyê bixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xwendekarên ku îsal derbasî Zanîngeha Rojava bûne, diyar kir ku Zanîngeha Rojava wan ji fikirên sîstema desthiltdar dûr dixe û got “Xwesteka me ne tenê temamkirina perwerdeyê ye, em dixwazin civaka xwe hişyar bikin û bi pêş bixin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Li Sûriyê geşedanên bilez pêk tên û rêgeha wan ne zelal e. Di demekê de ku hêzên hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sewqiyatên leşkerî kirin da ku êrişên nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, gelo bûyer ber bi ku ve diçin? (BI WÊNE).

ANHA