​​​​​​​Geşedanên li Sûriyê… gelo xîtaba siyasî dê veguhere şerekî berfireh?

Li Sûriyê geşedanên bilez pêk tên û rêgeha wan ne zelal e. Di demekê de ku hêzên hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sewqiyatên leşkerî kirin da ku êrişên nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, gelo bûyer ber bi ku ve diçin?

​​​​​​​Geşedanên li Sûriyê… gelo xîtaba siyasî dê veguhere şerekî berfireh?
9 mijdar, 2021   05:21
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL-HEBÎB

Li “herêma bêçek” ku Idlib, Heleb, Laqîziyê û Hemayê digire nava xwe, rageşî û şerekî domdar heye û ev şer ji destpêka Tîrmehê de gurtir bû.

Piştî dan û standinên Soçiyê di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û hempîşeyî wî yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de, hêzên hikumeta Şamê bi desteka Rûsyayê topbarana li gundewarên Idlibê zêde kir.

Hemwextî wê yekê, hêzên artêşa Tirk a dagirker pêkanîna sewqiyatan ji gundewarên Idlibê re berdewam kir ku beriya çend rojan tenê di rojekê de nêzî 200 wesayîtên leşkerî yên dagirkeriya Tirk ji dergeha Xirbet Coz a li rojavayê Idlibê ketin xaka Sûriyê û ber bi rojavayê Idlibê û çiyayê Zawiyê ve bi rê ketin.

Di heman demê de, dewleta Tirk gefa êrişên nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin, serokkomarê Tirk Erdogan hewl da zemînekê ava bike da ku gefên xwe pêk bîne.

Welatên Astanayê (Rûsya, Çîn, Îran) ku navê “dewletên garantor” li xwe dikin, meha bê civîna xwe ya 17`emîn li dar dixin. Dê şandeyên Şamê û komên alîgirên Tirkiyê jî beşdar bibin, lê belê tenê wekî temeşevan dê li tiştên ku her sê welat li serê li hev dikin, temaşe bikin.

NAKOKIYÊN HÊZÊN HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ SEDEMA VAN GEŞEDANAN IN

Der barê mijarê de, rojnamevan û analîzvanê siyasî yê Sûriyê Malik El-Hafiz wiha dibêje: “Nakokiyên Rûsya-Tirkiyê li bakur û rojavayê Sûriyê û nakokiyên Amerîka-Tirkiyê der barê dosyaya Sûriyê de tevî dosyayên din ên girêk di navbera her du aliyan de, dibin sedema van geşdanên bilez.”

El-Hafiz diyar kir ku aliyên Rûs û Tirk hewl didin lihevkirineke mayînde li Idlibê pêk bînin, ji ber dosyaya komên terorîst ev lihevkirin tê astengkirin, ev dosya nehatiye çareserkirin, her wiha Heyet Tehrîr El-Şam jî ji bo çareserkirina vê dosyayê astengiyek e.

El-Hafiz wiha nirxandina xwe domand: “Dewleta Tirk hewl dide têkiliya xwe bi Heyet Tehrîr El-Şam re ya li bakurê rojavayê Sûriyê dewam bike, ev jî lihevkirinekê asteng dike. Ji lew re em van tevgeran dibînin. Tirkiye ji ber têkiliyên xwe yên xirab bi Amerîkayê re û negihaştina lihevkirinan bi Rûsyayê re, gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Rûsya jî hewl dide berê hin hêzên hikumetê bide bakurê rojavayê welêt û heta dibe ku bişîne bakurê rojhilat jî, ji ber ku ew ne razî ye.”

PEYAMÊN RÛSYAYÊ JI DEWLETA TIRK RE

Beriya çend rojan hêzên hikumeta Şamê sewqiyatên leşkerî yên mezin tevî helîkopterên Rûsyayê li gundewarên bajarê Babê yê li bakurê rojhilatê Helebê ku di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye, pêk anîn.

El-Hafiz têkildarî wê yekê got: “Sewqiyatên hêzên hikumetê li bakurm rojava û bakurm rojhilatê hene, ev hêz bi fermana Rûsyayê tev digerin. Li aliyê bakurê rojava; Rûsya dixwaze peyamên yekser û neyekser bide Tirkiyê. Navaroka van peyaman ew e ku Rûsa ji helwesta heyî ya Tirkiyê li hemberî dosyaya komên terorîst, ne razî ye.

Li aliyê bakurê rojhilatê Sûriyê jî; Rûsya dê qebûl neke ku serweriya Tirkiyê li wê herêmê zêdetir bibe. Ev ne nîşaneyên parastina berjewendiyên QSD`ê û Rêveberiya Xweser in, bi qasî ku Rûsya dixwaze ku berjewendiyên wê li bakurê rojavayê Sûriyê berfirehtir bibe. Rûsya, nebûna nêrîneke zelal a Amerîkayê bi kar tîne. Bawer im aliyê Amerîkî jî di demeke nêz de dê têkildarî bakurê rojhilatê Sûriyê û dosyaya Sûriyê bi giştî xwedî nêrîneke zelaltir be.”

Li gorî El-Hafiz, asayî ye ku sewqiyat li herêma Babê û herêmên nêzî wê yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, her wiha li Girê Spî û Serêkaniyê hebin, ji ber ku “eniyên şer in” anku “herêmên temasê ne” û ji bo pêvajoya heyî ya rageşiya siyasî bi zimanekî leşkerî, ev peyam pêwîst in.

El-Hafiz di dewama nirxandina xwe de ev yek destnîşan kir: “Bi rastî rewş aloz e, lê belê hîna derfetên derbaskirina van nakokiyan hene. Ev yek pir bi girêk e, lê ne zehmet e û Rûsya jî hewldana wê yekê dike. Derbaskirina vê yekê bi lihevkirina bi Amerîkayê re pêkane, ev jî ji Hezîrana borî ve pêk tê, lê belê lihevkirina Amerîka-Tirkiyê pir bi girêk e.

Îhtîmala nêzîkbûna Amerîka-Rûsyayê mezintir e. Helbet, ew yek dê nakokiyeke mezin d navbera Rûsya û Tirkiyê de dernexe. Bawer im ku di dema pêş de, heke helwesta Biden a piştgiriya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên Tirkan dewam kir, dê rola Tirkiyê kêmtir be. Her wiha Biden wê bi îsrar be ku têkiliyê bi rêjeyeke kêm bi Tirkiyê re dewam bike, ji ber der barê gelek dosyayan de gelek daxwazên Amerîkayê hene.”

TEVGERA MUHTEMEL A HÊZÊN HIKUMETÊ BER BI GUNDEWARÊN IDLIB Û LAZÎQIYÊ VE

Rojnamevan Malik El-Hafiz wiha lê zêde kir: “Yanî hêzên girêdayî hikumeta Şamê dê tenê ber bi Idlibê ve bi rê bikevin. Ev tevger jî girêdayî lihevkirinên bi Tirkiyê re ye û dê ber bi gundewarê bakurê Lazîqiyê ve be. Me dît ku Tehrîr Şam gihaştin herêmên girêdayî 'cîhadîstên ji çeçenistanê'. Ez bawer im di qonaxa pêş de, wê hêzên hikumetê bigihêjin gundewarê bakurê Lazîqiyê û hin herêmên li gundewarê başûrê Idlibê yên derdorê rêya M4.”

Têkildarî nakokiyên Rûsya-Tirkiyê jî, El-Hafiz ev tişt anî ziman: “Tirkiyê acizbûna xwe li hemberî Rûsya nîşan dide, diçe Ukranyayê û li dijî Rûsyayê hin helwestên diyar nîşan dide. Rûsya jî li dijî Tirkiyê li Lîbya yan Azerbêcanê hin helwestan nîşan dide.”

El-Hafiz got: “Nakokî li ser mijara komên terorîst li bakur rojava hene, li bakur rojhilat jî nakokî hene. Lê belê nakokî ne li ser wê yekê ye ku Rûsya dixwaze rê li Tirkiyê bigire yan jî Tirkiyê dixwaze rê li Rûsya bigire, Na. Nakokî tenê li ser serweriyê ye. Hebûna Amerîkayê di vê demê de bi taybet, faktorekî pir girîng e. Hebûna Amerîkayê aliyê mîzanê tim ber bi îstiqrara li herêmê ve hevseng dike.”

El-Hafiz daxuyand ku dema Rûsya bombebaran dike û dibêje em tevgerekê ber bi herêmên bakurê Sûriyê ve naxwazin, bi wê yekê ew naxwaze ku serweriya wê li hin herêman li ser hesabê herêmên din hebe û wiha lê zêde kir: “Ev tişt girêdayî dabeşkirina herêmên serweriyê û bazarê ye tenê. Ne girêdayî nakokiyên muhtemel e. Aliyê ku bibe faktorek ji bo derketina nakokiyeke Rûsya-Tirkiyê li Sûriyê bi taybet, aliyê Amerîkî ye. Heke Amerîka îmtiyazan zêdetir bide Rûsyayê, dibe ku rol û şêwazê tevgera Tirkiyê li bakurê Sûriyê diyar bibe.”

‘HEVSENGIYÊN HÊZAN CUDA BÛNE’

Têkildarî peywendiya vê yekê bi encamên hevdîtina dawîn a Erdogan-Biden, El-Hafiz got: “Ji bilî çend rojên piştî hevdîtinê, lê heta niha ji bilî dosyaya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, me encamên yekser nedîtin. Gefên Tirkiyê yên eşkere û yekser li ser zimanê gelek rayedaran jî ne wekî yên dema berê tûj bûn.

Tiştê di hevdîtina Erdogan-Biden de çêbûye, ew e ku divê tu operasyonên leşkerî yên sînodar an berfireh pêk neyên û divê îstiqrara li herêmê dewam bike. Hin tiştên ku dibe di pratîkê de pêk werin, nehatin eşkerekirin. Lê tiştê ku divê em di vir de balê bikişînin ser, rawestandina gefên pêkanîna operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Her wiha xaleke din a girîng ew e ku wezîrê karên derve yê Tirkiyê Çavuşoglu îşaret pê kir ku komeke xebatê ya hevbeş di navbera Amerîka û Tirkiyê de heye.”

El-Hafiz wiha pê de çû: “Dema em dibêjn komeke xebatê heye, yanî xebatên dîplomatîk û komîteyên teknîk hene ku dosyayên bigirêk ên di navbera her du aliyan de nîqaş dikin. Yanî derfeta kontrolkirina van dosyayan heye, ew yek jî ji faktoreke hêzê ya Amerîkayê ye. Helbet, xebatên diyalogê yên hevbeş yên her du aliyan tê wateya ku aramkirin di dosyaya Sûriyê de heye. Bawer im rewş ber bi îstiqrarê ve diçe, ne ber bi operasyonên leşkerî yan gefan ve.”

El-Hafiz got dewleta Tirk erêkirin ne ji Moskovê û ne jî ji Washingotinê girtiye û wiha lê zêde kir: “Çireya kesk wekî beriya 3 salan li Efrînê pêk hatiye, ji ber gelek sedeman dubare nabe. Hevseniyên hêzan hatin guhertin, bicihbûna hêzên hikumetê jî di navbera 2018 û 2021`an de hate guhertin. Hebûna rêveberiyeke nû ya Amerîkayê jî faktoreke girîng e û bandoreke mezin li biryarên Tirkiyê dike.”

‘DÊ HEWL BIDIN XWE RÛREŞ DERNEXIN’

Li ser îhtîmala pêkanîna gefên dewleta Tirk jî, El-Hafiz got: “Ne pêkan e ku erêkirina Rûsya yan Amerîkayê bigire. Rûsya van gefên Tirkiyê bi kar tîne da ku hinekî li bakurê rojhilatê Sûriyê belav bibe. Helbet dê Amerîka ne razî be, ne ji ber ku nakokiyên Rûsya-Amerîkayê hene, lê belê ji ber ku dê hevsengiyên hêzan li herêmê werin guhertin.

Ne pêkan e ku gefên Tirkiyê yan jî operasyoneke leşkerî pêk were, ger hebe jî ne di vê demê de û dê tenê hewl bidin piştî gefan xwe rûreş dernexin. Ew rageşî jî bi awayekî domdar li xetên temasê pêk tên.”

‘GEŞEDANÊN HEYÎ NAGIHÊJIN ASTA ŞEREKÎ BERFIREH’

Têkildarî rêgeha bûyeran jî El-Hafiz got dê rewş wekî niha be, wekî ku rêveberiya Biden dixwaze û wiha domand: “Heta niha siyaseteke hişk li hemberî Sûriyê tune ye. Di siyaseta Washingtonê ya li hemberî hikumeta Şamê de bi taybet guhertinek pêk nehatiye.”

Malik El-Hafiz wiha nirxandina xwe bi dawî kir: “Tevger û geşedanên heyî, faktorên gurkirinê ne lê belê nagihêjin asta rageşiyê û şerekî berfireh.”

(cx)

ANHA