Di navbera Eyn Îsa û Girê Spî de liv û tevgera çeteyan

Di saetên êvarê de di navbera Eyn Îsa û Girê Spî de liv û tevgera gelek çeteyan û nêzî 50 erebeyên leşkerî û heye.

Di navbera Eyn Îsa û Girê Spî de liv û tevgera çeteyan
8 mijdar, 2021   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên leşkerî yên heremî,  îro di saetên êvarî de di navbera Girê Spî û Eyn Îsa de tevgera dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan heye. Piştî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê dem dem sewqiyatên çeteyan û erebeyên leşkerî pêk tên. Tevgera gelek çeteyan û nêzî 50 erebeyên leşkerî  di navbera Girê Spî û Eyn Îsa hene.

Duh jî li xeta Eyn Îsa, Til Temir û Kobanê di saetên êvarê de tevgerek mezin ya çete û erebeyên leşkerî hebû.

ANHA