Li Qamişloyê çerxerêya Keleha Nebî Horî hate vekirin

Bi merasîmekê çerxerêya Keleha Nebî Horî li Qamişlo hate vekirin. Ev keleh ji aliyê dîzaynkerê dekoratan ê ji koçberên Efrînê ve hate avakirin.

Li Qamişloyê çerxerêya Keleha Nebî Horî hate vekirin
Li Qamişloyê çerxerêya Keleha Nebî Horî hate vekirin
Li Qamişloyê çerxerêya Keleha Nebî Horî hate vekirin
Li Qamişloyê çerxerêya Keleha Nebî Horî hate vekirin
Li Qamişloyê çerxerêya Keleha Nebî Horî hate vekirin
8 mijdar, 2021   19:46
QAMIŞLO

Şiklê dişibe Keleha Nebî Horî ku li naverasta çerxeriya Cotkaran li Qamişlo hatiye avakirin, ji aliyê dîzaynkerê karûxabatên avakirin û dekorator Ebdurehman Hisên ve hate avakirin. Hisên ji koçberê Efrînê ye û niha li Qamişlo bi cih bûye.

Keleha Nebî Horî li ser sembola çand û şaristaniya Efrînê diaxive. Lê piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrînê dagir kir, keleh veguherandin mizgeft û tiştên wê yên dîrokî û şûnwarî dizîn.

Xebata çêkirina kelehayê ji destpêka havînê ve dest pê kir. Lê piştî tevahî madeyên guncaw bi dijwarî ji Efrînê hatin veguhastin, keleh hate amadekirin.

Şeklê kelehayê şeşgoşeyî ye. Di navbera her goşeyekê de 2 metre û nîv heye. Bilindbûna wî 9 metre ye. Li dorhêla kelehê nexşeya Efrînê hatiye neqişandin, tê de 7 avweşîn hene, her avweşînek nûnertiya navçeyeke Efrînê dike. Li derdora kelehê gelek darên zeytûnê ku ji Efrînê hatine veguhastin, hene.

Li aliyekî hemberî çerxerêyê mertaleke bi wêneyên şervanên YPG û YPJ’ê heye ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne. Li rex mertalê jî hejmareya 58 heye û li ser jî peykera balafirê heye. Hejmar jî nîşaneya qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê ye ku 58 rojan dewam kir.

Piştî xebata ku bi mehan hate kirin , vê êvarê bi beşdariya şêniyên Efrînê yên koçberî Qamişlo bûne û şêniyên Qamişlo perde ji ser Keleha Nebî Horî hate rakirin.

Beşdaran deqeyeke rêz girt, dûvre Hevseroka Meclisa kantona Qamişlo Perwîn Mihemed axivî û wiha got: "Şêniyên Efrînê bi ku ve diçin, li pey xwe mohreke dîrokî dihêlin, da ku ji cîhanê re bibêjin tu kes nikare dîroka me ya kevnare veşêre û wêran bike û dagirkerî nikare dîroka Efrînê tune bike."

Perwîn Mihemed da zanîn ku avakirina kelehayekê li Qamişlo ku dişibe Kelha Nebî Horî peyameke ku gelê Kurd û gelên li herêmê yek dest in û da ku ji cîhanê re bibêjin çiqas dem dirêj bike bila bike ew ê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin.

Di dawiyê de şêniyan dîlan li stranên Efrînî gerand.

(fr)

ANHA