Şam: Îsraîlê êrişî herêmên navîn û beravê kirin, 2 leşker birîndar bûn

Hêzên hikumeta Şamê ragihand ku Îsraîlê nuqteyên wan ên li herêmên navîn û beravê kirin hedef, di encamê de du leşker birîndar bûn.

Şam: Îsraîlê êrişî herêmên navîn û beravê kirin, 2 leşker birîndar bûn
8 mijdar, 2021   17:58
NAVENDA NÛÇEYAN

medyayên girêdayî hikumeta Şamê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên leşkerî ragihand: "Derdora saet 19: 16'an ê vê êvarê dijminê Îsraîlê ji aliyê bakurê Beyrûtê ve êriş kir û çend nuqteyên li herêmên navîn û beravê hedef girt. Balafirên me bersiva moşekên dijmin da û piraniya wan xistin xwarê, di encamê de du leşker birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn."

Beriya niha  SANA'yê  ragihandibû ku li asîmanê bajarê Humisê dengê teqînan hate bihîstin, Alkhbariya Tv got, li Tertus û Humsê ye teqîn rû dan.

Îsraîlê carê bi moşekan êrişî herêmên Sûriyê mîna Şam û Humis dike, lê ev cara yekemîn e ku herêmên berava Sûriyê dike hedef.

(eh)