​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 126 kesên din bi covid-19 ketin

Desteya Tendurstiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 126 kesên din bi covid-19 ketine, 21 kesan jiyana xwe ji dest daye û 3 kes baş bûne.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 126 kesên din bi covid-19 ketin
8 mijdar, 2021   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriye 21 kesan jiyana xwe ji dest daye, ji wan 2 mêr û jinek ji Hesekê, 2 mêr ji Qamişlo, mêrek û 3 jin ji Kobanê, 3 mêr û 2 jin ji Reqa, mêrek û 2 jin ji Tebqayê û 3 mêr û jinek ji Minbic ne.

Desteyê piştrast kir ku 126 kesên din bi vîrusa koronayê ketine ew jî 77 mêr û 49 jin in. Her wiha 3 kes baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê  Sûriye heta niha 36 hezar û 576 kes bi Koronayê ketine, ji wan hezar û 453 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 478 kes baş bûne.

(dm)

ANHA