​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Em ji diyaloga bi hemû aliyan re amade ne

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê careke din piştrast kir ku ew ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ji diyalogê re amade ne.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Em ji diyaloga bi hemû aliyan re amade ne
8 mijdar, 2021   10:44
QAMIŞLO

Têkildarî rewşa heyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derbarê gotegotên têkildarî danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de, Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê got niha diyalog tune ye, lê ew ji diyalogê re amade ne.

Ehmê ji rojnamevanan re wiha got: "Di vê demê de tu diyalog di navbera me û rejîmê de tune ne. Gotegotên derbarê radestkirina hin herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêzên rejîmê re, ji rastiyê dûr in û dikevin çarçoveya şerê taybet ku li dijî pêkhateyên gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin."

Luqman Ehmê piştrast kir ku Rêveberiya Xweser ji diyaloga bi hemû aliyan re ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê amade ye ku mafên pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê misoger bike û QSD`ê wekî xwe bimîne.

(bx)

ANHA