Tevgera Talîban 44 endamên xwe weke serok û fermandar erkdar kir

Tevgera Talîban 44 endamên xwe di cihên sereke de erkdar kir ji wan serokên herêman û fermandariya polîsan.

Tevgera Talîban 44 endamên xwe weke serok û fermandar erkdar kir
8 mijdar, 2021   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Talîban roja Yekşemê ragihand ku 44 endamên xwe di cihên sereke de erkdar kir ji wan serokên herêman û fermandariya polîsan.

Ev gera yekemîn a berfireh ji erkdarkirinên ku ji aliyê tevgerê de hate kirin ji dema ku hikûmet di Îlona borî de ava kiriye.

Her wiha Tevgera Talîban lîsteya rolên nû ya endamên xwe eşkere kir ji wan Qarî Bariyal ku dê bibe serokê herêma Qendehar û Waliy Can Hemza ku dê bibe fermandarê polîsên bajar.

(bx)