Li Girê Spî ya dagirkirî aloziya nan

Çavkaniyên herêmî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku li kantonê piştî gelek firine hatin girtin, aloziya nan derket.

Li Girê Spî ya dagirkirî aloziya nan
7 mijdar, 2021   21:44
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyan, piraniya firinên kantonê îro nexebitîne, ji ber ku "Meclisa Girê Spî ya Herêmî" ard nedaye wan.

Çavkaniyan da zanîn ku li bajarokê El-Elî Bacliye û gundê Kermazat ji beriya hefteyekê ve firine nexebitîne.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku ji ber gendeliya kesên cihê xwe di "Meclisa Girî Spî ya Herêmî" de ya girêdayî artêşa Tirk digirin, şênî bi hêrs in.

Firinên kantona Girê Spî debara xwe bi ardê ku dewleta Tirk dide wan, dikin. Artêşa Tirk û çeteyên wê hemû depoyên qûtên gel tê de bûn talan kirin û derbasî Tirkiyê kirin.

Li kantona dagirkirî buhaya kîsê nan heke peyda bibe, bi 2 hezar lîreyên sûrî ye.

(eh)

ANHA