Êrişa li ser Rojava û dawiya Erdogan

Êrişa li ser Rojava û dawiya Erdogan
8 mijdar, 2021   01:50

HALÎT ERMÎŞ

Hem li aliyê Tirkiyê hem li nava Kurdan, hem jî di raya giştî ya cîhanê de nêrîna ku derdikeve pêş ew e ku Erdogan ji bo ku desthilatdariya xwe biparêze wê careke din êrîşên dagrirkeriyê li ser rojava pêş bixe. Erdogan hebûna xwe bi dagirkirina Rojava ve girê daye, dibe ku bi hewldana dagirkirinê re bi encamên berovajî re rû bi rû bimîne.

Ne popularîteya Erdogan, ne jî derûnî û rewşa Tirkiyê ji aliyên siyasî, aborî, leşkerî heta civakî ve ne wek pêvajoya 2018`an dema dagirkirina Efrînê ye û ne jî 2019`an dema dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê ye.

Tirkiyê hatiye rewşeke man û nemanê. Bi siyaseta emperyal a netew-dewlet di salên dawî de Tirkiyê weke ku xwedî hêz û destwerdanê ye xwe nîşan dide, lê belê îro eşkere tê dîtin ku xeyalan dibîne. 

Êdî Tirkiyeya Erdogan a êrişkar, ya bê ser û ber bi zimanekî argo ji her kesî hesaban dixwaze nîne. Derketinên wî yên ku di demên krîtîk ên krîzê de dihatin tehemulkirin, li herêmê û li ser asta cîhanê de bersiva xwe tune ye, ji xwe derketinên bi vî rengî jî nikare bike.

Li Lîbyayê, Behra Spî, Balkanan û Kafkasyayê pêvojaya têkçûnê dijî. Di hundir de jî ketiye rewşekê ku roja xwe rizgar bike. Dema ku di siyaseta xwe ya derve de dixetime, qeyrana hundirîn jî bi vê re kurtir dibe. Di artêşê de jî nerehetiyek cidî heye. Dema ku burokrasiya navxweyî ya AKP'ê bi daxuyaniyên Sedat Peker re êrişkartir bû, bi dorpêçkirina ji derve ve krîzeke kûr a aborî jiyan kir, bi pêkanînên xwe yên antîdemokratîk û derqanûnî re rûyê xwe yê rastî zêdetir eşkere kir. Pirsgirêkên siyasî û civakî, dîplomasiya derve û hundirîn her wiha li gel krîza aboriyê ya kûr ya ku hemû pêkhateyên civakê dorpêç kiriye, desthilatdarî li benda wê rojê ye ku xwe rizgar bike.

Lê rastiya veşartî ya piştî van hemûyan jî, ew e ku Erdogan dixwest ji nakokiyên hêzên cîhanî yên li herêmê sûd werbigire, bi wê re jî li dijî Kurdan komkujiyan pêk bîne. Armanca vê yekê jî ew bû ku di ser van hemûyan bibe hêzekî sereke ya herêmî, lê ji vê siyasetê jî encam negirt.

Tirkiyeya Erdogan bi qasî ku hundir de teng bûye di asta heremê û gerdûnî de jî her ku diçe rastiya bingehîn yê ku wî ber bi qedandinê ve dibe jî bi berxwedaniya PKK`ê ya ku salên dawî de pêş xistiye ye.

Dema ku derketibû rêwitiya çiyayên Kurdistanê, hesap dikir ku di demeke kin de îxaneta hundirîn a PDK`ê de derketiye pêş kar bîne û hêza xwe bike duqat. Artêşa Tirk ku li hember berxwedana dîrokî ya gerîla diheliya gav bi gav ket vê pêvajoyê.

Di salên dawî de bi hinceta PKK`ê li tevahiya Kurdistanê de derketibû nêçîra Kurdan. Li cîhanê jî erêkirin û piştgiriya bê sînor girt. Bi Êrişên derve û hundir PDK`ê jî kir alîgirê xwe û hesab dikir ku  têkoşîna azadiya Kurd di demeke kin de têk bibe. Li ser Şengal, Mexmûr, Rojava û herî dawî jî li hember gerîlayê çiyayê Kurdistanê bi teknolojiya herî pêşketî êrişên qirkirinê pêş xist.

Lê tevî van hemûyan jî ne Şengal, ne Mexmûr û ne jî çiyayên Kurdistanê nikarîbûn encama dixwestin bi dest bixin. Di siyaseta navxweyî de xwestin HDP’ê ji aliyê fîzîkî û psîkolojîk ve bi zext, binçavkirin, girtin û êrişan re bê bandor bikin. Lê belê tu encam bi dest nexistin. Bi dosyaya girtina dawî re jî hewl dan ku bi temamî ji holê rabikin.

Hinceta sereke ya ku pê êrişî hemû Kurdan bikin, PKK`ê bû . Lê gerîlayên Kurdistanê ku di vê demê de taktîkeke şer a gelekî hostayî û aqilane pêş xist û tevgera PKK’ê ya ku bi hostayî li ser maseya guran de siyaset dimeşîne, bi qasî dewleta Tirk Kurdên îxanetkar û hevkar jî tevahî raya giştî ya cîhanê re teşhîr kir û bi tenê hişt.

Di vê pêvajoyê de binketina Erdogan û hevalên wî MHP-PDK’ê re, vê carê êrişeke nû ya dagirkirina Rojava anîn rojeva xwe.

Bi serweriya derûnî ya pêvajoya Efrînê û Serêkaniyê re tevdigerin, ev şebekeyên dijmin û xiyanetê plan dikin ku têkçûna xwe bi rêya Rojava derbas bikin. Lê belê, teqez e ku rewş dê ne li gor hesabên wan be.

Têkçûna xwe ya bi rêya Rojava vegerînin bidin aliyekî, êrişeke nû ya dagirkirin û qirkirinê ya li ser Rojava wê dawî li desthilatdariya faşîst a Erdogan-Bahçelî û li Kurdistanê jî dawiya îxanetê bîne.

Tirkiyeya Erdogan û Bahçelî dikare li her derê Rojava êrişeke nû ya dagirkeriyê bike, ez wisa difikirim ku vê bike. Pirsgirêk ne çarçove û armanca êrişê ye, pirsgirêk encamên şer çi bi xwe re bîne ye. Di êrişek nû de, ihtîmal heye ku darbeyeke mezin bixwe û ihtîmala têkbirina wan jî pir zêde ye. Di vê rewşê de pêvajoya rizgarkirina cihên ku berê hatibûn dagirkirin pêş bikeve. Hemû gelê Kurd wê ji bo Rojava bikevin nava tevgerê û pêvajoyeke nû ya 6-7-8'ê Cotmehê ya xwedîderketina Kobanê li her derê pêş bikeve.

Gelên cîhanê vê demê bikevin nava tevgerê, li hemberî komkujiya Kurdan dikare eniyeke hevpar a gerdûnî ava bike. Hêzên parastina Rojava ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li ser erdê encamên mezin bi dest xistine, bi taktîkên nû dikarin artêşa Erdogan a dagirker û çeteyên wê matmayî bikin û ji Rojava derbixin.

Her çiqas niha şerekî çênebûye û îhtimala derketina şer were ziman jî, ihtîmala şerek wisa bi dîtina min teqez dê dawiyeke wisa çêbike.

Him hêzên leşkerî piştî şerê ku li hember çeteyên DAIŞ’ê şerê bi dewletan de tecrûbe girtiye, amadekariyên ku hatiye kirin him jî hêrsa civakê ku li hember dewleta Tirk û çeteyên wê pêş ketiye, encamê ji niha ve diyar dike.

Ji ber vê yekê Erdogan niha di rojên destpêkê yên şerê ku wê li Rojava winda bike de ye û xwe jê re amade dike. Şerekî wisa teqez dawiya dîktatoriya nîjadperest a Erdogan û Bexçelî bîne.

Lê belê ne tenê ew e, li Kurdistanê şebekeya îxanetkar û hevkar PDK û ENKS’ê jî wê biavêje çopa dîrokê û di Kurdistanê de rê li yekitiya netewî veke.

Ya herî giring desthilatdariya nîjadperest Erdogan û Bahçelî ji bo ku êrişî Rojava bike, PKK ji xwe re dike hincet. Di demên dawî de di parlamentoya hêzên cîhanî de nîqaşa derxistina PKK ji “lîsteya terorê” dê vê pêvajo bi lez bibe. Di encamê de ev siyaseta neheqî ya ku PKK ji aliyê dewletan de dîtiye rizgar bibe, li ber çavê dewletan û hem jî li gel gelên cîhanê mafê xwe yê hêzeke demokratîk a cîhanî werbigire.

Şerê Rojava xwedî potansiyela afirandina pêşerojeke wisa ye. Pêwîst e ne tenê di dema şer de ev gav bi gav were xêzkirin û bi vê hişmendiyê her kes ji vê pêvajoyê re amade bike. Rêveberiya faşîst a Erdogan- Bahçelî ya li Rojavayê de têk biçe, bi wê re dê rê li ber demokratîkbûna Tirkiyeyê veke. Ne tenê li Tirkiyê hikumeta Şamê jî wê mecbur bimîne li gorî sîstemeke demokratîk dest bi danûstandinan bike û wê Rêveberiya Xweser bikeve pêvajoya naskirina hiquqî.

Li gel van hemû rastiyan, destpêkirina vê pêvajoyê ne li benda roja şer bin û ji niha de dest bi amadekariya binêsaziya civakê ya siyasî, leşkerî û dîplomatîk kirin di asta jor de jiyanî ye.

ANHA