Laura Borras: Divê gelê Rojava bizanin ku ew ne bi tenê ne

Seroka parlamentoya Katalonyayê Laura Borras diyar kir ku gelê Katalonyayê hişt ku biryara naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were dayîn û got: "Ez bi hêvî me ev gav bibe destpêka naskirina statûya siyasî ya Rêveberiya Xweser li ser asta herêmên dîtir ên cîhanê."

Laura Borras: Divê gelê Rojava bizanin ku ew ne bi tenê ne
8 mijdar, 2021   04:21
NAVENDA NÛÇEYAN-EMÎNE HISÊN

Parlamentoya Katalonyayê di 20’ê Cotmeha borî de statûya siyasî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas kir û bang li tevahî saziyên Katalonya û civaka sivîl kir ku destekê bidin jinûve avakirina herêmê. Li aliyekî din jî Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê da zanîn ku naskirina Rêveberiya Xweser ji hêla herêma Katalonyayê ve îsbat dike ku projeya Rêveberiya Xweser di çareserkirina krîza li Sûriyê de ya rast e.

Têkildarî vê yekê seroka parlamentoya Katalonyayê Laura Borras bersiva pirsên ANHA'yê da. Laura Borras diyar kir ku gelê Katalonyayê piştevaniya gelê Kurd ê Rojava û tevahî gelên bindest dike.

Biryara naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dispêre çi? Çima hikumeta Katalnoyayê ev rêveberî niha an ku piştî 8 salan ji damezirandina wê nas kir?

Tiştê ku parlamentoya Katalonyayê bi piranî li ser erê dike û pêk tê, têkiliya wê ya mezin bi xebatê di hundirê civaka sivîl a rêxistinkirî ya li welat de heye. Di şerê li Sûriyê de û beriya çend salan jî, rêxistinên Katalonyayê tenê piştevaniya welatiyên ku ji ber şer penaber bûne dikir, van rêxistinan giraniya xwe didan piştevanî û naskirina têkoşîna gelê Kurd li Iraqê, lê belê senaryo cuda bûn. Dengdayîna di rûniştina giştî ya dawî ya 20’ê Cotmeha borî de û naskirina Rêveberiya Xweser encamên xebatên bi salan bû, her wiha encamên pêşniyara civaka sivîl a rêxistinkirî ya Katalonyayê bû ku piştevaniya doza Kurd bike.

Piştî naskirina Rêveberiya Xweser, gelo em dikarin li ser têkiliyên dîplomasî yên pêşerojê yên di navbera Katalonya û Rêveberiya Rojava de biaxivin?

Têgeha dîplomasî di sedsala 21’an bi awayekî zêde bi pêş ket. Bi rastî têkilî di navbera rêxistinên taybet ên li Katalonyayê, rêveberiya giştî ya Katalonyayê û Rojava de hebû. Lê niha ev têkilî dê bi pêş bikevin û dê têkevin çarçoveyeke nû. Ji ber ku piştî biryara naskirinê dê ev têkilî rengê sazî û fermiyetê bigirin.

Gelo ji ber vê biryarê zext li ser hikumeta Katalonyayê hebûn? Em dikarin li ser zextên ji hêla konsolosxaneya Tirkiyê ve biaxivin? Hikumeta Spanyayê çawa li vê biryarê dinêre?

Divê hûn bi xwe vê yekê ji nûnerên hikumeta Spanyayê bipirsin. Ez weke seroka parlamentoya Katalonyayê dibêjim ku dostaniyên Katalonyayê yên bi aliyên derve re di heman demê de nexşeya naskirina statuya siyasî ye ku mafên mirovan diparêze û xwe dispêre rêgez û hêmanên demokrasiyê yên bingehîn yên hevpar.

Gelo ev biryar wê çawa bandorê li têkiliyên di navbera gelê Kurd li Rojava û gelê Katalonyayê de bike? Gelo vê biryarê di nava civaka Katalonyayê de deng veda?

Wek min berê jî gotiye, ev biryar encama têkiliyên xurt yên di navbera her du gelan de ye. Bi rastî di navbera civaka Kurd û Katalonyayê de hevgirtineke xurt heye û hişt ev biryar were dayîn. Ez hêvî dikim ku biryara naskirinê guhertinekê çêbike û van têkiliyan xurttir bike.

Rêveberiya Xweser ji aliyê tu hêzên siyasî ve hîna nehatiye naskirin, çima Katalonyayê xwest destpêkê wê nas bike?

Rêxistinên Katalonyayê û hin parlamenterên ku berpirsên pêkanîna vê însiyatîf bûn piştî ku ev rêveberiya kurdî ya li ser esasê azadiya jinê, ekolojiya civakî û şaredariyan bi awayekî baş nas kirin, karîn tavilê vê rêveberiyê nas bikin.

Me li Katalonyayê her tim hîs dikir ku em ji gelên ku dixwazin pêşeroja xwe li ser prensîpên demokrasiyê û di nav de mafê çarenûsê ava bikin, nêz bûn. Ji ber vê yekê Kurd jî li seranserî Kurdistanê birayên me ne.

Ev gava ji Katalonyayê ve çirûska hêviyê ye. Gelo hûn ê gelên bindest ên cuda jî nas bikin?

Em bi hêvî ne ew yek pêk bê. Li gorî me madem îtîrafa me ya bi gelan li ser bingehê rêgezên demokrasî û mafê çarenûsê ne, ev yek erkeke siyasî ye.

Gelo hûn texmîn dikin ku ev gav herêmên din ên Spanyayê teşwîq bikin ku mîna vê gavê bavêjin?

Divê were zanîn ku Katalonya ji herêmên din ên Spanyayê cudatir e. Bi rêya rewşa siyasî ya li Katalonyayê rola me li asta navneteweyî cudatir e û ji herêm û kantonên din aktîvtir bû.

Hûn dixwazin çi peyamê bigihînin gelên Rojava?

Bi vê biryarê em bi hêvî ne jin û mêr ên Rojava bizanibin ku ew ne bi tenê ne. Ew di şerê li dijî DAIŞ’ê û têkbirina wan li tevahî herêmên Rojavayê Kurdistanê de pêşeng bûn. Wan sozên xwe pêk anîn. Em jî dixwazin sozên xwe pêk bînin û piştevaniya projeya wan a demokrastîk û gelên bindest bikin. Peyama me peyama hêvî, naskirin û hevgirtinê ye. Em dixwazin projeyên hevbeş di navbera Rêveberiya Kurdistan û hikumeta Katalonyayê de pêk bînin.

Tu weke alîgira serxwebûna Katalonyayê, ev gav ji bo te tê çi wateyê?

Ez bawer dikim ku divê parlamentoya Katalonyayê ne tenê bi mafên Katalonyayê bifikire, divê bi mafên tevahî mirovan li her cihî bifikire. Ez serbilind im me ev gav avêt. Ji ber ku em ne tenê têgeha cîhanê ya mafan radighînin, di heman demê de em dixin pratîkê, mînek vê yekê jî; naskirina statûya siyasî ya Rêveberiya Xweser e. Ev yek jî têkoşîna dîrokî ya gelê Kurdistanê ya ji bo azadiya xwe temsîl dike.

(fr)

ANHA