​​​​​​​Li bajarê Carablusê serçeteyekî DAIŞ'ê hate kuştin

Li bajarê Carablusê yê dagirkirî balafireke bêpîlot erebeyek kir hedef, di encamê de serçeteyekî DAIŞ`ê hate kuştin û yekî din birîndar bû. Tê texmînkirin ku balafir a Koalîsyona Navneteweyî ye.

​​​​​​​Li bajarê Carablusê serçeteyekî DAIŞ'ê hate kuştin
7 mijdar, 2021   17:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Roj bi roj rastiya herêmên Sûriyê yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, eşkere dibe ku êdî ji DAIŞ û serçteyên wan re bûne herêmên bi ewle. Di demên dawî de Koalîsyona Navneteweyî bi balafirên bêmirov ew serçete hedef digirtin.

Bi mijarê ve girêdayî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafireke bêmirov ku tê texmînkirin a Koalîsyona Navneteweyî ye li bajarê Carablusê yê gundewarê bakurê rojhilatê Helebê bi moşekan erebeyek hedef girt. Di encamê de serçeteyek hate kuştin û yekî din bi giranî birîndar bû.

SOHR`ê 3`yê Mijdarê ragihandibû ku helîkopterên Hêzên Koalîsyona Navneteweyî  ya bi serkêşiya DYA`yê 2`yê Mijdarê li asmanê herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, geriyan û li taxa Hewarnê ya bajarê Serêkaniyê û gundê Elok ê dagirkirî operasyoneke li dar xist. Li gorî SOHR`ê, Hêzên Koalîsyona Navneteweyî di wê operasyonê de 6 serçteyên DAIŞ`ê girtin, yek ji Erebistana Siûdiyê ye, yek jî  Awûstralyayî û yek ji bajarê Reqayê ye. Her wiha li gundê Elok ê bakurê bajêr 3 kesên din hatin girtin ku ew jî serçeteyên ku piştî dewleta Tirk Serêkaniyê dagir kir, vegeriyane herêmê.

(eh)

ANHA