Bi moşekan li baregeha dewleta Tirk a li Başîkayê dan

Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin çend roket avêtine baregeha artêşa Tirk a li Beşîka ya li nêzî Mûsilê.

Bi moşekan li  baregeha dewleta Tirk a  li Başîkayê dan
7 mijdar, 2021   18:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê navçeya Başîka Zenûn Yûsif ji Rojnews’ê re diyar kir ku di seat 20.40’an de bi 5 heta 7 roketan ji aliyê Mûsilê ve lavêtine baregeha leşkerî ya dewleta Tirk.

Rêveberê  navçeya Başîka Zenûn Yûsif  ev agahî dan: “Ew baregeha leşkerî di navbera Beşîka û Zêlkan de ye. Lê roket li deştê ketine û heta niha ti ziyana madî û giyanî nîne.”