Li Eyn Îsa, Til Temir û Kobanê tevgera çete û erebeyên leşkerî

Li gorî agahiyên xwecihî, li xeta Eyn Îsa, Til Temir û Kobanê di saetên êvarê de tevgerek mezin bi awayekî derveyî rutinî ya çete û erebeyên leşkerî heye.

Li Eyn Îsa, Til Temir û Kobanê tevgera çete û erebeyên leşkerî
7 mijdar, 2021   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, di saetên êvarê de li gundê Çariqlî yê girêdayî Kobanê, Eyn Îsa, Til Temir û xeta navçeya Zirganê ya girêdayî Serêkaniyê tevgera çete û erebeyên zirxî yen leşkerî heye.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê her dem êrişî eniyên Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê dikin.  Sewqiyata çeteyan û erebeyên leşkerî li van cihan li ser ragihandinê dihat dayîn.

Li cihên ku tê behskirin piştî gefên Erdogan û nûnerên dewleta Tirk a dagirker tevgera balafirên keşfê  zêde bûn. Ev jî wekî amadekariya êrişekî dagirkerî hatibû dîtin.

ANHA