Li Helebê bi boneya 27'ê Mijdarê çalakiyên werzîşê

Bi rasthatina damezrandina PKK`ê Yekitiya Werzîşê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çalakiyên werzîşê orgenîze kirine û dê 27`ê Mijdarê bi dawî bibin.

Li Helebê bi boneya 27'ê Mijdarê çalakiyên werzîşê
7 mijdar, 2021   16:39
HELEB

Bi wesîleya 27`ê Mijdarê salvegera damezarandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Yekitiya Werzîşê ya Helebê li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd gelek çalakiyên werzîşê da destpêkirin.

Ji van çalakiyan; kûpaya rêbertiyê ji bo futbol û voleybolê, şetrenc, bez û ping-pong.

Li gorî çavdêrên Yekitiya Werzîşê, hejmara tîmên dê beşdarî turnoveya futbolê bibin 16 ne û hejmara tîmên dê beşdarî turnoveya voleybolê bûne jî 4 in. Yê beşdarî turnoveya ping-pongê bûne jî 16 lîstikvanên jin û mêr in. Ya bezê jî dabeşî du koman bûye ya sed metre hejmara beşdarên wê 14 ye û yek km hejmara kesên beşdarî wê bûne 30 jin û mêr in.

Yekitiyê îro dest bi turnoveya futbolê kir û maç di navbera komên Kobanê û Amedê de hate lîstin. Di encamê de koma Amed bi ser ket.

Serokê Yekitiya Futbolê Ehmed Ehmed ji ajansê re axivî, îşaret girêdana bi exlaqên werzîşê kir û hêviya serkeftinê ji tîmên beşdar re kir. Di dawiyê de bang li ciwanan kir ku beşdarî çalakiyên werzîşê bibin daku behreyên wan geş xurt bibin.

(eh)

ANHA