​​​​​​​Li Dêrazorê şanoya "Na ji madeyên hişbir re" hate pêşandan

Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê li bajokê Kesra şanoyek bi navê "Na ji madeyên hişbir re" pêşkêş kir.

​​​​​​​Li Dêrazorê şanoya "Na ji madeyên hişbir re" hate pêşandan
​​​​​​​Li Dêrazorê şanoya "Na ji madeyên hişbir re" hate pêşandan
​​​​​​​Li Dêrazorê şanoya "Na ji madeyên hişbir re" hate pêşandan
​​​​​​​Li Dêrazorê şanoya "Na ji madeyên hişbir re" hate pêşandan
​​​​​​​Li Dêrazorê şanoya "Na ji madeyên hişbir re" hate pêşandan
7 mijdar, 2021   16:35
DÊRZOR

Şano li navenda Çand û Hunerê ya Bajarokê Kesra yê gundewarê rojavayê Dêrazorê bi beşdariya bi dehan nûnerên meclisan sivîl û herêmê û malbatên herêmê hate pêşandan.

Şanoyê îşaret bi bandor û pirsgirêkên ku madeyên hişbir bi xwe re tîne, helwesta ferd ji van jehrên belavbûyî û awayên lêgerîna li çareseriyên wê kir.

Şano 30 deqeyan dom kir, nivîskar û derhênerê şanoya "Na ji madeyên hişbirê re" Ebûd El-Eran e û gelek lîstikvanan rolên; hevalê xirab, hemşîre, dayik û kur lîstin.

Endamê Komîteya Çand û Hunerê Ebd El-Salih piştî pêşandana şanoyê ji ajansa me re axivî û got: "Armanca me ji vê şanoyî, hişyarkirina civakê ji madeyên hişbir bû, da zirara van madyan nas bikin û bizanibin dê çawa derman bikin."

Derhênerê şanoyê Ebûd El-Eran jî axivî û da zanîn ku madeyên hişbir civakan xerab dike û armanca wan ji vê şanoyê hişyarkirina ciwanan e.

El-Eran bal kişand ser zirarên madeyên hişbir ên li ser asta ferdî û komî û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê ciwanên me hişyar bin û dûrî madeyên hişbir bikevin ji ber ku rêyeke xirab e û ji laş re jî jehreke qatil e."

(eh)

ANHA