​​​​​​​Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 155 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 28 kes bi Koronayê mirine, 4 kes baş bûne û 155 kesên din bi vîrusê ketine.

​​​​​​​Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 155 kesên din bi Koronayê ketin
7 mijdar, 2021   13:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 28 kesên bi Koronayê jiyana xwe ji dest daye, 2 mêr û 2 jin ji Hesekê ne, 2 mêr ji Qamişlo, mêrek ji Dêrikê, 2 mêr û 3 jin ji Kobanê, 3 mêr û jinek ji Reqayê, jinek û mêrek ji Tebqa, 2 mêr û jinek ji Dêrezorê û 7 mêr ji Minbicê ne.

Desteya Tenduristiyê ragihand ku 155 kesên din bi vîrusê ketine ku ji wan 110 mêr in û 45 jin in. Her wiha 4 kesên ku berê bi Koronayê ketibûn, baş bûne.

Bi van daneyan re hejmara giştî ya pêketiyên Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihîşt 36 hezar û 450 kesan, ji wan hezar û 432 kes mirine û 2 hezar û 475 kes baş bûne.

(dx)

ANHA