Li Efganistanê DAIŞ`ê êrişî Talîbanê kir

Li peytexta herêma Nengerhar Celal Abad a rojhilatê Efganistanê ji ber êrişeke DAIŞ`ê li ser Tevgera Talîban du teqînan rû da û di encama wê de herî kêm 2 kes hatin kuştin.

Li Efganistanê DAIŞ`ê êrişî Talîbanê kir
7 mijdar, 2021   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Radyoya Selam Wetindar a herêmî têkildarî êrişa ku li Celal Abad paytexta Nengehar  ragihand ku du teqîn li nêzî navenda polîsên bajar rû dan û piştî wê gulebaran di navbera endamên Talîban û DAIŞ`ê de hatin avêtin.

Her wiha dezgehên çapemeniya herêmî jî ragihandin got di encama her du teqînan de du sivîl hatin kuştin.

Çavkaniyekî herêmî ji dezgehên çapemeniyê re destnîşan kir ku teqîn derdora saet 09:00`an roja Yekşemê rû da.

Çavkanî ragihand ku teqîn di encama teqandina mayînan de pêk hatine.

(bx)