​​​​​​​Li Eyn Îsayê bi hezaran li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan

Bi hezaran şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên Girê Spî daketin qadan, êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şeremzar kirin.

​​​​​​​Li Eyn Îsayê bi hezaran li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
7 mijdar, 2021   14:15
EYN ÎSA

Bi hezaran şêniyên Eyn Îsa û gundewarên wê û bi sedan koçberên Girê Spî tev li xwepêşandanê bûn. Xwepêşandan ji çerxerêya Dispilîna Leşkerî dest pê kir û ber çerxerêya Şaredariyê ve çûn.

Xwepêşandêran pankertên " Bi têkoşîn û berxwedana gelên şoreşger em ê xiyanet û faşîzmê têk bibin"," Berxwedan navnîşana ye, azadî mafê me ye û proje daxwaza me ye"," Bi têkoşîn û îsrara me bi hevalên me yên li Eyn Îsayê re teqez em ê bi ser bikevin", wêneyên şehîdan û rêber Abdullah Ocalan û alên Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) hildan.

Xwepêşandêran siloganên ku gefên dewleta Tirk şermezar dike, Serokê dewleta Tirk Receb Tayip Erdogan bi kujer wesif dike û berxwedana QSD'ê silav dike berz kirin.

Xwepêşandan li çerxerêya Şaredariyê ya li navenda bajêr rawestiyan. Bi navê malbatên şehîdan Eyşe Efendî axivî gefên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye şermezar kir.

Eyşe Efendî bêdengiya garantorê Rûsyayê û hikumeta Şamê derbarê gefên dewleta Tirk ên domdar li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye de şermezar kir.

Berdevkê Komîteya Çandê ya Kantona Girê Spî Fewaz El-Elî piştrast kir ku ew gelekî hevgirtî ne. Her wiha da zanîn ku ew dê dijmin li ser xaka wan û tevahî komployên ku armanc dike herêmê dagir bike, têk bibin

El-Elî destnîşan kir ku zarokên herêmê bi hevgirtin û yekitiya xwe dikarin êrişên dewleta Tirk ên nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye têk bibin.

Xwepêşandan bi berzkirina siloganên silavkirina berxwedana QSD  û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(dm)

ANHA