​​​​​​​Bandora tiba alternetîf di dermankirina nexweşiyan de

Ehmed Mistefa da zanîn ku hewldana wî ya bikaranîna tiba alternetîf, hîşt ku zêdetir sûdên giyayan nas bike û hin guhertinan di wan de çêbike da ku pê nexweşan derman bike. Her wiha destnîşan kir ku rola tiba alternetîf di dermankirina vîrusa Koronayê de jî heye.

​​​​​​​Bandora tiba alternetîf di dermankirina nexweşiyan de
​​​​​​​Bandora tiba alternetîf di dermankirina nexweşiyan de
​​​​​​​Bandora tiba alternetîf di dermankirina nexweşiyan de
​​​​​​​Bandora tiba alternetîf di dermankirina nexweşiyan de
7 mijdar, 2021   06:53
HELEB – NESRÎN ŞÊXO

Tiba alternetîf li gel ereban bi navê tiba erebî yan jî alternetîf an jî gelêrî tê naskirin. Rêbazê dermankirina mirovan bi vî dermanî ji tiba nûjen cuda ye. Di dermankirinê de tenê giya têne bikaranîn û hin guhertin Ii ser wan têne çêkirin, bêyî ku madeyên kîmyewî lê werin zêdekirin.

Gelek kes berê xwe didin dermanê xwezayî. Ehmed Mistefa (50) ku nexweşan bi giyayan derman dike, li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê dijî. Li navçeya Raco tib bi kar anî û paşê berê xwe da bajarê Helebê. Gelek kes li bajarê Helebê derman kir.

`MÎRASA TIBA ALTERNETÎF WERGIRTIYE`

Ehemd Mistefa wiha got: "Min tiba alternetîf ji dapîrên xwe ku li navçeyê bi navê Firîşo dihat naskirin, wergirtiye. Ev jî ji ber pisporiya wan di dermankirina bi giya de çêbû. Ez ji bavê xwe fêrî cebirandina dest û lingên şikestî bûm. Hêviya min ew bû ku ez tiba alternetîf baş bi kar bînim û ez hewl didim wê pêş bixim."

Têkildarî xwendina wî, Ehmed Mistefa xwendina xwe di peymangeha sendîqeya hunerê de bi dawî kiriye. 20 sal ji temenê xwe di pêkanîna behreya tiba alternetîf de derbas kiriye. Hin guhertin tê de çêkirine û ew jî bi rêya xwendina pirtûkên kevin ên li ser tiba alternetîf çêbûye, da ku zêdetir encam werbigire.

Sedema binavkirina tiba alternetîf di serdema îslamê de bi navê tiba erebî ew ku wê demê zimanê peywendiyê zimanê erebî bû û zimanê qurana pîroz bû. Lê sedema binavkirina tiba alternetîf bi navê tiba gelêrî ew e ku ji ber di nava gelan de pir dihat bikaranîn.

` ALIYÊ ERÊNÎ YA TIBA ALTERNETÎF `

/ar/uploads/files/2021/11/07/062415_ahmd-bhry.webp

Têkildarî encamên wê Ehmed Mistefa got, dibe ku hin canan tiba alternetîf di dermankirina nexweşan de nebe alîkar, lê belê ew sûdê dide laşê mirov û zirarê nade. berovajî tiba nûjen ku dibe nexweş baş bibe, lê bandorê li deverên din di laş de dike, ji ber ku derman ji madeyên kîmyewî têne çêkirin û ew jî xeteriyê li ser mîde û edamên din ên laş çêdike.

Hin kes hene destekê didin tiba xwezayî û hin jî bi temamî red dikin. Beşa ku destekê dide dibîne ku dermankirina bi giyayên xwezayî, lêçûna wê ji ya tiba nûjen kêmtir e. Di vê çarçoveyê de Ehmed Mistefa destnîşan kir ku nexweşiya disk bi milyonan tê xwestin ku were dermankirin, lê bi rêya tiba alternetîf zêdetirî 50 hezarî nayê xwestin.

Ji ber ku bajarê Laziqiyê herêmeke tûrîsmê ye û hewaya wê alîkariyê dide ku gelek giya lê şîn bibin, Ehmed Mistefa di peydakirina giyayan û bi buhayên kêm xwe dispêre Laziqiyê. Ji zehmetiyên ku rastî wî tên lêçûnên veguhestinê ku dibe sedem ku buhayê giyayan jî bilind bibe.

`DERMANKIRINA BI GIYAYAN`

Nexweşiyên ku Ehmed bi rêya giyayan derman dike, disk, menaqîr, rebû, iltîhab û kevirê (remil) di gurçikan de ye. Bi hatina demsala zivistanê re Ehmed hewl dide pirsgirêka rebû bi rêya giya û hin madeyên din weke dibsê xernûb, tehîne û şemra, çareser bike. Ehmed hişyarî da nexweşên şekir ku vî dermanî bi kar neynin.

Têkildarî bandora vî dermanî ji nexweşên rebû re Ehemd Mistefa ev tişt anî ziman: "Rebû dihêle ku girêkên belxemê hişk bibe. Ev yek jî kuxikeke hişk li gel nexweş çêdike. Ev derman dihêle ku ew girêk nerm bibin û bavêje derveyî laş."

Ehmed Mistefa ku nexweşên gurçikan jî bi rêya kulîlka elmase, teriya hesp, tayê garis, tovê xelê derman dike ku nahêle kevir di gurçikê de kom bibin û wan davêje derveyî laş.

`BANDORA TIBA ALTERNETÎF DI SIVIKKIRINA NÎŞANEYÊN VÎRUSA KORONAYÊ DE`

Têkildarî belavbûna vîrusa Koronayê Ehmed Mistefa diyar kir ku tiba alernetîf dikare hejmara pêketiyan bi rêya xwarina cercîrê kêm bike û ew jî ku dema vîrus dikeve qirikê cercîr wê dikuje û bandora wê jî vedigerîne, ji ber ku gelek madeyên ku dijminê vîrusê ne, tê de hene.

Her wiha lêmon, pîvaz, sîr û zihûrat ku nahêlin kezeb were girtin, boryên hewayî vedike. Ev hemû giya di destpêka diyarkirina nîşaneyên korona de xwedî bandoriyeke mezin in.

(bx)

ANHA