'Eger dewleta Tirk carek din êriş bike, dê rastî berxwedana gel a bêhempa were'

Endamê Koordînasyona TEV-DEM`ê diyar kir ku ji bo destkeftiyên heyî bên parastin û rê li ber êrişên dewleta Tirk a qirker bê girtin, pêwîstî bi parastina cewherî heye û got:" Berxwedana gelê me li Efrîn û Kobanê cewherê şerê gelê şoreşgerî ye, divê em vê yekê xurtir bikin."

'Eger dewleta Tirk carek din êriş bike, dê rastî berxwedana gel a bêhempa were'
7 mijdar, 2021   07:18
​​​​​​​QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Êrişên dewleta Tirk a qirker bi hemû awayan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike, di vê demê de dewleta Tirk a dagirker plan dike ku herêmên din dagir bike. Li beramberî van planan pêwîstiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xurtkirina Hêzên Parastina Cewherî heye.

Di derbarê mijarê de Endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê Yûsif Kûtî ji ajansa me re axivî.

Yûsif Kûtî diyar kir ku ji ber zêdebûna tevgera dîplomasî ya Rêveberiya Xweser, gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne, li aliyekî din dewleta Tirk a qirker bi rêya şerê taybet her wiha bi rêya ragihandinê dixwaze vîna gel bişkîne û pê re projeya demokratîk a Rojava têk bibe.

Yûsif Kûtî da zanîn ku divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker re amade be, divê gel jî li kêleka hêzên leşkerî bisekine û parastina xakê bikin, da ku destkeftiyên heyî bên parastin û rê li pêşiya êrişê dewleta Tirk a qirker bê girtin.

Her wiha Kûtî destnîşan kir ku di sala 2012`an de êrişên komên çekdar li ser Rojavayê Kurdistanê çêbûn û wiha domand: “Di wê demê de Hêzên Parastina Civakî (HPC) hat damezrandin, hemû beşên civakê tevlî wê bûn, ji ber ku parastina xak û rûmetê ji her kesî dihat xwestin.”

Rêber Abdulah Ocalan têkildarî parastina cewherî wiha dibêje: “Parastina cewherî polîtîkaya parastina civaka exlaqî û polîtîk e. Ya rast civakeke ku nikaribe xwe biparêze, wê wateya xwe ya exlaqî û polîtîk winda bike. Ew civak an hatiye mêtandin an jî heliyaye û riziyaye. Li hember vê yekê ger dixwaze nasnameya xwe ya exlaqî û polîtîk ji nû ve bi dest bixe, divê li ber xwe bide.”

`GELÊ ME CEWHERÊ ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ NAS KIRIYE`

Yûsif Kûtî bal kişand ser girîngiya şerê gelê şoreşgerî û diyar kir ku bi parastina cewherî êriş rastî berxwedaniyekê tê û mînaka wê jî berxwedana li taxa Şêxmeqsûd e û wiha dewam kir: “Di wê demê de gel vîna xwe da pêş, piştre li Kobanê, paşê li Efrîn gel 58 rojan li ber xwe da, ev yek tê wateya ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê cewherê şerê gelê şoreşgerî nas kiriye. Di Baxozê de jî gelê me bi hemû pêkhateyên xwe rabûn ser piyan.”

Rêber Abdulah Ocalan li ser êrişên dijminan dibêje ‘Ger hêza me ya binxistina cîhanê tevahî hebe jî em ê êriş nekin, lê eger cîhan tev bibe yek û êrişî me bike, em ê li ber xwe bidin`.

Yûsif Kûtî da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker ji ber van mînakan û bûyerên berxwedana gel li hember êrişan dixwaze tevlîheviyê di nava pêkhateyan de derxe, bi van siyasetan bi hewl dide mêjiyê gel tevlîhev bike û wiha domand: “Lê civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê êdî zane bûye û di vê hêlê de xwe û dijminê xwe nas kiriye. Heke dewleta Tirk hewl bide herêmên din dagir bike ew ê ne tenê rastî hêzên leşkerî bê, ew ê rastî berxwedaneke bêhempa ya gel were, ji ber ku gel biryara vê yekê daye.”

`GEL DAYE ÎSBATKIRIN KU DIKARE PARASTINA XWE BIKE`

Yûsif Kûtî da zanîn ku pêwîstî bi parastinana siyasî, çandî û leşkerî heye û wiha got: “Ez bawer im gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve dê li dijî ji êrişên cur be cur amade be û ew ê li hemberî êriş û hewldanên dagirkirinê yên dewleta Tirk rawestin. Di Şoreşa Rojava de gelê me da îsbatkirin ku ew dikare parastina xwe bi hemû awayan bike.”

Her wiha Kûtî diyar kir ku gelê Rojavayê Kurdistanê beriya destpêkirina şerê Sûriyê di tecrûbeyan de derbas bûye û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Di sala 2004`an de rêjîma Sûriyê xwest ku fitneyê di navbera gelê Kurd û Ereb de biafirîne, wê demê gelê Kurd li Şamê û Helebê daketin qadan û nerazîbûna xwe dan nîşandan, da ku bidin xuyakirin ku ew ji bo vîna xwe dikarin li hemberî her kesî rawestin.”

`DI ŞOREŞA ROJAVA DE GEL BI BERXWEDAYÎNÊ GELEK DESTKEFTÎ BI DEST XISTIN`

Yûsif Kûtî destnîşan kir ku di dîroka Sûriyê de gelê Kurd dixwest ku ew jî wekî hemû gelan mafê xwe yê perwerdehiya bi zimanê dayîkê bi dest bixin û zimanê kurdî di dibistinan de were xwendin, lê ev yek ji aliyê hikumeta Şamê ve rastî neqebûlkirinê hat û wiha got: “Lê dîsa jî ruxmî neqebûlkirina hikumeta Şamê ji zimanê kurdî re me karibû di Şoreşa Rojava de zimanê kurdî bikin zimanekî fermî li kêlek zimanê erebî û suryanî, ev yek encama berxwedana gel bû. Me di encama berxwedanê de gelek destkeftî bi dest xistin a herî mezin jî Rêveberiya Xweser bû.”

Endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Yûsif Kûtî da xuyakirin ku destkeftiyên Şoreşa Rojava hemû berhemê şerê gelê şoreşger e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di nava vê berxwedanê de rola jin jî pir mezin bû, dayikên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdêlên herî giranbuha dan, dayikên Bakur û Rojhilatê Sûriyê keç û xortên xwe fedayî welatê xwe kirin û ev destkeftî bi dest xistin.”

ANHA