​​​​​​​Li çiyayê Zawiyê şer didome

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li eniyên başûrê çiyayê Zawiyê ya li gundewarê başûrê Idlibê, bi çekên giran nuqteyên hev topbaran kirin.

​​​​​​​Li çiyayê Zawiyê şer didome
7 mijdar, 2021   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê û çeteyên Fetih El-Mûbîn ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li eniyên başûrê çiyayê Zawiyê ya li başûrê gundewarê Idlibê, bi çekên giran navendên hevdu topbaran kirin.

Duh jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê yên li derdora navçeya Cûrîn a Sehil El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê topbaran kiribûn.

 Her wiha hêzên hikumeta Şamê jî bi çekên giran gundê El-Enkawî ya li Sehil El-Xab, topbaran kir.

 (dx)