​​​​​​​Panorama hefteyê: Rojnameyên erebî li ser êrişa Tirkiyê, aloziya Lubnan û Tunisê axivîn

Li gorî raporan, di demekê de ku hewldanên dewleta Tirk ên wergirtina erêkirina Amerîkayê ji bo ku êrirşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike bi bin ketin, Rûysa peyamên meydanî şandin. Bi wê re kaxizên dewleta Tirk li nav hev ketin. Li aliyekî din jî qada siyasî ya Tundisî eşkere kir ku tevgera Nehda ya îxwan partiyeke siyasî ya nû ava kir ku bi wê re hewl dide ji krîza siyasî derkeve.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Rojnameyên erebî li ser êrişa Tirkiyê, aloziya Lubnan û Tunisê axivîn
7 mijdar, 2021   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteyê borî behsa binketina hewldanên dewleta Tirk ên wergirtina erêkirina Rûsya û Amerîkayê ji bo pêkanîna êrişan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, her wiha behsa aloziya Lubnan û hewldana tevgera Nehda ya Îxwan a Tunisê kirin.

HELWESTA AMERÎKAYÊ Û NAMEYÊN RÛSYAYÊ KAXIZÊN DEWLETA TIRK LI HEV XISTIN

Rojnameya El-Exbar a Lubnanê têkildarî mijarê wiha nivîsî: “Di demeke ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi hempîşeyê xwe yê Amerîkayê Joe Biden di nava hevdîtinekê de bû, da ku erêkirina Amerîkayê bi dest bixe ku êrişî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bike, Rûsyayê peyamên leşkerî yên yekser ji Enqereyê re şandin ku ev herêm jî di nava hesabên Rûsyayê de ne. Ji vir xuya dibe ku kaxizên Tirkiyê hatin lihevxistin û hewldana Erdogan ku bi Washington û Moskovê re bazaran bike da ku destkeftiyên duqat bi dest bixe, bi binketin.

Di dirêjahiya çend mehên dawîn de Erdogan hewl da bi Amerîkayê re têkildarî nuqteyên nakok bigihêje lihevkirineke diyar, jê ya herî girîng erêkirina pêkanîna operasyonekê li dijî Sûriyê, da ku herêmên din ên nêzî sînorên başûr ên bi Sûriyê re tevlê xaka Tirkiyê bike.

Hevdîtina di navbera Erdogan û Biden de têkildarî nexşerêya meydanî ya herêmên rojhilatê Firatê bê encam bû. Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, Washington pêwîstiya berdewamkirina agirbestê piştrast kiriye û Biden li ser girîngiya pêkanîna çareseriyeke siyasî israr kiriye.

Dezgehên çapemeniyê yên opozîsyonê plana leşkerî ya Tirkiyê belav kir ku dixwaze li ser 4 eniyan; Til Rifet, Minbic, Til Temir û Eyn Îsayê operasyonekê pêk bîne.  A balkêş ew e ku li van herêman hêzên leşkerî yên Sûriyê hene û qada hegemonya Rûsyayê ye. Ji ber wê Moskovê peyamên yekser ji Enqereyê re şand û rahênanên leşkerî li herêma Til Temirê pêk anîn. Rûsya ji vê yekê xwest bêje ev herêm di bin kontrola wê de ye û her lihevkirinek bi Amerîkayê re rê nade ku Tirkiyê êrişî wan bike.

Ji planê diyar dibe ku li beramberî vekirina beşa rojava ya rêya M4 a navneteweyî, Tirkiye dixwaze beşa rê ya li herêma rojhilat Firatê kontrol bike. Ji ber ku ev rê ji rojhilatê Sûriyê digihêje Helebê, paşê Lazîqiye û vekirina rêya M4 gelek girîng e.

Enqere dixwest bi rêya vê planê herêmên din ên Sûriyê dagir bike. Kurdan ji sînorên li herêmên rojhilatê Firatê dûr bixe ku qada hegemoya Amerîkayê dihesbîne. Hemwextî wê, bi rêya hegemoya xwe ya li rojavayê Firatê dixwest fişarê li Rûsyayê bike ji bo ku li beramberî vekişîna ji Idlibê û vekirina rêya M4, ber bi Minbic û Til Rifatê ve pêşde biçe. Di encamê de destkeftiyên duqat ji Washington û Moskovê bi dest bixe. Lê Moskovê bi rêya pêkanîna rahênanan li Til Temirê bersiva hewldanên Tirkiyê dan ku nepêkane rojhilatê Firatê ji rojavayê wê qut bibe û Rûsya jî bi hemû hêza xwe li herêmê ye. ”

LUBNAN.. ALOZIYEKE DÎPLOMASÎ Û ARÎŞEYA HIKUMETÊ

Derbarê rewşa Lubnanê de jî rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Hîna jî welatiyên Lubnanê li hemberî bûyera ku welat xistiye aloziyekê ji aloziya dîplomatîk zêdetir, matmayî mane. Li aliyekî din jî, hewldanên hin rayedaran û hikumeta Lubnanê ya dîtina çareseriyekê ku wezîrê ragihandinê yê Lubnanê Corc Qirdahî derxistiye, dewam dikin.

Serokê hikumeta Lubnanê Necîb Mîqatî  piştî ji Skotlandayê vegeriya, serdanek pêk anî da ku nexşerêyeke çareseriyê ya giştî ji bo bidawîkirina arîşeya hikumetê danî. Mîqatî diyar kir ku Qirdahî bûye sedem ku têkiliyên Lubnanê qut bibin, her wiha bang li wî kir ku berjewendiya nîştimanî di ser her tiştî re bigire.” 

PARTIYA ISTÎFAKIRIYAN …GELO EW SÎWANEKE NÛ YE EL-NEHDA YE?

Têkildarî rewşa Tûnisê, rojnameya El-Ereb got:"Aliyên siyasî yên Tûnisê bal kişand ser dema ragihandina komeke îstifayan ji partiyeke nû ya siyasî re piştî ku ji tevgera El-Nehdayê derketin û û zêdebûna axaftinên li ser hilweşandina tevgerê.

Di raporeke dadgeha muhasebeyê de hate gotin ku divê partiya El-Nehdayê were hilweşandin û Serokê Tûnisê Qeyîs Seîd jî di vê mijarê de israra xwe anî ziman.

Heman aliyên siyasî dûr nabînin ku hewldanên ragihandina partiyeke nû, ji bo amadekariya pêngaveke nû dibe ku ber bi hilweşandina Tevgera El-Nehdayê ve be.

ANHA