​​​​​​​`Gefên dewleta Tirk cidî ne, divê em li hemberê bisekinin`

Nûnerê qebîleya El-Cihêş El-Zibêdiyê li Sûriyê diyar kir ku armanca sereke ji gef û êrişên dewleta Tirk ew e ku projeya Neteweya Demokratîk derbe bike. Her wiha piştrast kir ku ew ê bi ciwan û mezinan li dijî Erdogan bisekinin.

​​​​​​​`Gefên dewleta Tirk cidî ne, divê em li hemberê bisekinin`
7 mijdar, 2021   02:45
HESEKÊ _ BASIL REŞÎD

Tevî gef û êrişên domdar ên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye, gelê herêmê tevî hemû pêkhateyan, xwe amede dikin ku li hember tevahî hewldanên êrişan bi vîn û îsrarek mezin bisekine.

Têkildarî wê, nûnerê eşîra El-Cihêş El-Zibêdiyê li Sûriye Ebdullah Kendar diyar kir ku dewleta Tirk berê û heta niha hewl dide ku destkeftiyên ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriye bi dest xistine, derbe bike.

Kendar da zanîn ku destwerdana yekser a dewleta Tirk û çeteyên wê, piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku ji zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriye ava bûye, DAIŞ'ê li Baxozê ya Dêrazorê têk bir, pêk hat.

Kendar destnîşan kir ku armanca dagirkeriya Tirk ji gef û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye ew e ku deverên din ji axên Sûriyê dagir bike û demografiya herêmê biguhere û wiha got:" Ev gef ne nû ne, em jî gelên herêmê jî van gefan cidî digirin û li ser wî bingehî tevdigerin."

Kendar wiha domand:" Dewleta Tirk armanc dike ku projeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriye derbe bike û xewnên Osmaniyan vejîne. Her wiha dewleta Tirk bi darê zorê serweriya xwe ferz dike, tevî ku gelek partiyên siyasî hene ku li dijî siyaseta Erdogan in."

Her wiha Kendar gef û êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê red kir û da zanîn ku ew dê li hember her kesê ku hewl dide êrişî axa wan bike bisekinin, herêmên xwe biparêzin û rê li ber dagirkeriya Tirk û çeteyên wê venekin ku herêmên din dagir bike.

`HER ÊRIŞEK DEWLETA TIRK LI DIJÎ HERÊMÊ, CIVAKA NAVNETEWYÎ DÊ BERPIRSYARTIYÊ RAKE `

Kendar diyar kir ku civatên navneteweyî ji gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewldanên wê yên koçberkirina şêniyên herêmê,  berpirsyar e.

Kendar piştrast kir ku ciwan û temenmezinên herêmê hemû dê li hember Erdogan û her kesê ku êrişî axên wan bike, bisekinin.

Kendar bal kişand ser destekdayîna dewleta Tirk ji komên çete re û wiha got:" Erdogan bavê ruhî yê terorîst û çeteyan e, her wiha bi behaneya ku şerê komên cete dike êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriye dike. Gelê Sûriyê baş dizane ku ev behaneyên bêbingeh in û Erdogan şerê projeya wan a demokratîk dike."

Nûnerê qebîleya El-Cihêş El-Zibêdiyê li Sûriyê Ebdullah Kendar destnîşan kir ku Erdogan, aloziya Sûriye li gorî xwe bi kar anî û terorîst ji seranserî cîhanê kom kirin û di nava baregehên leşkerî li dewleta Tirk perwerde kirin û ew bi çek kirin û derbasî axên Sûriye kirin.

(dm)

ANHA