ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-11-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-11-2021
7 mijdar, 2021   00:00

-Çalakiya konvedanê ya li dergehê Sêmalkayê ya ji bo banga ji PDK’ê re ku cenazeyên şehîd Tolhildan û Serdem radestî malbatên wan bikin berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêveberiya Xweser di çarçoveya malbatên dixwazin ji kampa Holê derkevin de beşeke nû ji welatiyên gundewarên Dêrazorê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê rêveber ê Navenda HPC’ê ya li Kobanê Bedî Dawûd da zanîn ku parastina cehwerî rêya yekane ya li hember çi gef û êrişên li dijî herêmê ye û ew yek erka her ferdekî/ê civakê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê Koordînasyona TEV-DEM`ê diyar kir ku ji bo destkeftiyên heyî bên parastin û rê li ber êrişên dewleta Tirk a qirker bê girtin, pêwîstî bi parastina cewherî heye û got:" Berxwedana gelê me li Efrîn û Kobanê cewherê şerê gelê şoreşgerî ye, divê em vê yekê xurtir bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li gorî rêjeya belavbûna hejmarî û bêkariyê ya sala 2021'an de li welatên ereban, Sûriyê di rêza yekemîn de ye. Di vê raporê de em ê bi hejmar û şahidan rewşa bêewlehî û paşketina aborî li herêmên hikumeta Şamê diyar bikin.

Nûnerê qebîleya El-Cihêş El-Zibêdiyê li Sûriyê diyar kir ku armanca sereke ji gef û êrişên dewleta Tirk ew e ku projeya Neteweya Demokratîk derbe bike. Her wiha piştrast kir ku ew ê bi ciwan û mezinan li dijî Erdogan bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Desteya Hevserokatiya Meclis Rêveber civînekê ji tevahî desteyên şaxî yên li herêmên din re li dar dixe ku astengiyên li hember desteyan û projeyên ku bi rê ve birine, nîqaş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Li gorî raporan, di demekê de ku hewldanên dewleta Tirk ên wergirtina erêkirina Amerîkayê ji bo ku êrirşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike bi bin ketin, Rûysa peyamên meydanî şandin. Bi wê re kaxizên dewleta Tirk li nav hev ketin. Li aliyekî din jî qada siyasî ya Tundisî eşkere kir ku tevgera Nehda ya îxwan partiyeke siyasî ya nû ava kir ku bi wê re hewl dide ji krîza siyasî derkeve.

POLÎTÎKA

- Telet Yûnis da zanîn ku Rêveberiya Xweser derbarê êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xwe naspêre helwestên navneteweyî û pêdiviya vê pêvajoyê bi amadekariyeke giştî heye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Ehmed Behrî da zanîn ku hewldana wî ya bikaranîna tiba alternetîf, hîşt ku zêdetir sûdên giyayan nas bike û hin guhertinan di wan de çêbike da ku pê nexweşan derman bike. Her wiha destnîşan kir ku rola tiba alternetîf di dermankirina vîrusa Koronayê de jî heye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA