Desteya Rêveberiyên Herêmî li Şehbayê dest bi projeyên zivistanê kir

Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Efrînê bi destpêkirina gelek projeyên xizmetguzariyê li kantona Şehbayê, amadekariya pêşwazîkirina demsala zivistanê dike.

Desteya Rêveberiyên Herêmî li Şehbayê dest bi projeyên zivistanê kir
Desteya Rêveberiyên Herêmî li Şehbayê dest bi projeyên zivistanê kir
Desteya Rêveberiyên Herêmî li Şehbayê dest bi projeyên zivistanê kir
Desteya Rêveberiyên Herêmî li Şehbayê dest bi projeyên zivistanê kir
Desteya Rêveberiyên Herêmî li Şehbayê dest bi projeyên zivistanê kir
6 mijdar, 2021   07:24
ŞEHBA- FÎRAS ÎBRAHÎM

Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Herêma Efrînê bi derfetên kêm dixebite da ku rewşa xizmetguzariyê li Şehbayê baş bike. Desteyê gelek proje beriya zivistanê dan destpêkirin.

Şaredariya Gel li Kampa Serdem xetên kanalîzasyonê çêdike û rêyên gund û bajarokên kantona Şehbayê sererast dike. Li navçeya Fafînê jî gelek rêyên şaxî çêdike.

Her wiha Desteya Rêveberiyên Herêmî destekê dide koçberên di 5 kampan de, madeyên sereke yên sererastkirina konan pêşkêşî wan kirin, wiha banên çadirên rizyayî diguhere.

Ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şehbayê ferz kiriye ku nahêle madeyên sereke û sotemenî derbasî kantonê bibin, pêkanîna projeyên xizmetguzariyê yên desteyê asteng dike.

Hevseroka Şaredariya Gel Firyal Cimo bal kişand ser projeyên xizmetguzariyê yên di çarçoveya amadekariyên ji bo zivistanê de. Firyal Cimo anî ziman ku li ser daxwaza şêniyên herêmê wan dest bi sererastkirina gelek rêyên sereke û şaxî yên li gund û bajarokên Şehbayê kiriye.

Firyal Cimo diyar kir ku ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, projeyên wan ên xizmetguzariyê dereng dimînin û got sererastkirina rêyên herêmê ji xebatên wan sereke ne û wiha domand: "Bi derfetên kêm me karî çend projeyên sererastkirina rêyan pêk bînin. Rêya sereke ya di navbera navçeya Ehrez û gundê Kefer Nasih de hate sererastkirin, her wiha rêya gundê Qeramil û navenda navçeya Til Rifet û navçeya Fafînê jî hatin sererastkirin. Rêya di navbera gundê Til Qerah û Um El-Hoş de, rêya di navbera gundê Um El-Hoş û navçeya Ehrezê de, rêyên di navbera navçeya Fafînê û Mezarî Helîsa de, rêya di navbera navçeya Fafînê û gundê Mezarî Til Şiîr de hatin çêkirin."

/ar/uploads/files/2021/11/06/065859_fryal-jmw.webp

Firyal Cimo destnîşan kir ku ji bo peydakirina pêdiviyên bingehîn ên şêniyên di kampan de dixebitin, her wiha toreyên kanalîzasyonê li nav bajarok û navçeyan û Kampa Serdemê çêdikin. Firyal Cimo da zanîn ku qedexekirina derbasbûna mazotê bo Şehbayê, kar û xebatên wan ên xizmetguzariyê asteng kirine. Her wiha destnîşan kir ku ew bi hemû hêza xwe alîkariya şêniyan dikin û hewl didin rewşa xizmetguzariyê baş dikin.

Firyal Cimo diyar kir ku rêxistinên navneteweyî ev zêdetirî 3 salan e helwesta xwe ya neyînî li hember koçberên Efrînê yên di kamp û malên nîvwêranbûyî de dimînin, didomîne.

Di dawiya axaftina xwe de Firyal Cimo destnîşan kir ku 37 gund hîn jî ji ber kêmbûna ava vexwarinê zehmetiyan dikişînin, piştî ku UNICEF'ê av qut kir û got ew hewl didin bi rêya sahrîcan avê dabîn bikin.

(dx)

ANHA