​​​​​​​Koçberên Efrînê: Şerê gelê şoreşger misogeriya jiyana azad e

Koçberên Efrînê di xweparastin û parastina destkeftiyên gel de, xwe dispêrin şerê gelê şoreşger û parastina cewherî. Ji ber ku ev rêgez ji hemû cûre êriş bersiva herî guncaw e.

​​​​​​​Koçberên Efrînê: Şerê gelê şoreşger misogeriya jiyana azad e
6 mijdar, 2021   00:41
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Di pergala zindiyan de, xweparastin mekanîzmeya parastinê ye û ji hîmên bingehîn ên ku mirov xwe dispêrê, nexasim ku hewcedariya mirovan çi ferd û çi civak be bi xweparastinê heye da hebûna xwe biparêze.

Koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê ji beriya 3 sal û nîvan ve rêbazê şerê gelê şoreşgerî pêk tîne, nexasim li gundên li eniyên şer ên bi artêşa Tirk û çeteyên wê re yê li gundên kantona Şehba û navçeya Şêrawayê.

Ji ber ku girêdana bi xakê ve yek ji rêgezên şerê gelê şoreşgerî ye, koçberên Efrînê li dijî hemû awayên dagirkerî û êrişên dewleta Tirk, israra berxwedanê dikin. Şêniyên Efrînê bi derfetên kêm di hemû waran de hewcedariyên xwe dabîn dikin û tedbîrên pêwîst digirin.

Di vê çarçoveyê de gelek koçberên Efrînê yê li navçeya Til Rifetê ji ANHA`yê re axivîn û îşaret pê kirin ku ew amade ne li dijî êrişên muhteml bisekinin. Şêniyan da zanîn ku ew ê li ser bingeha parastina civakî û rêgezên şerê gelê şoreşger parastina xwe bikin.

Welatiyê bi navê Bedirxan Eloto diyar kir ku hemû zindiyên li ser vê axê xwe dispêrin mekanîzmayên xweparastinê,  ji ber ku hewcedariya wan pê heye, xweza û nebat jî ji xwe re wekî parastina sereke dibînin.

ꞌPARASTINA CEWHERÎ YEK JI HÎMÊN SERKE YÊ CIVAKÊ LI KANTONA ŞEHBAYÊ YEꞌ

Bedirxan Eloto îşaret bi sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kir û wiha axivî: "Ji dema ku artêşa Tirk em bi darê zorê koçberî kantona Şehbayê kirin ve, rojane asta êrişên xwe yê li dijî me bilind dike, isbata vê yekê jî li gundên kantona Şehba û navçeya Şêrawayê rasterast me hedef digire."

Eloto têkildarî amadekariyên wan ên li hemberî êrişên muhtemel ev tişt got: "Divê em xwe ji êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê biparêzin, li ser vê bingehê parastina cewherî li kantona Şehbayê bûye yek ji hîmên sereke yê civakê."

ꞌDIVÊ CIVAK XWE JI REWŞÊN AWARTE RE AMADE BIKINꞌ

Eloto diyar kir ku koçberên Efrînê bi armanca xweparastina ji êrişên muhtemel ên dewleta Tirk, tedbîrên pêwîst girtine û bang li hemû civakê bêyî cudahî kir: "Divê her tim xwe ji êrişên li dijî herêmê re amade bikin, di heman demê de xwe nespêrin hêzên leşkerî."

Rêber Abdullah Ocalan dibêje: "Ger gel ne perwerdekirî be dê her tim bi xeteriya gefan re rû bi rû bimîne, ji lew re perwerde û zanist beşeke sereke yê şerê şoreşger e, divê her kes dijmin û rêbazên ku li dijî me bi kar tînin baş nas bikin. Ger em rastiya dijminê xwe nas nekin em ê nikarin derbeyan jî li wan bixin."

ꞌHEMÛ GELÊN BINDEST ÊN CÎHANÊ BI BERXWEDAN Û HÎMÊN ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGER BI SER KETINꞌ

Welatiya bi navê Fatime Heyder a ji Efrînê destnîşan kir ku hemû gelê bindest ên li cîhanê bi saya berxwedanê bi ser ketin, ji ber ku hîmê şerê gelê şoreşgerî bingeh girtin.

Fatime Heyder destnîşan kir ku di çarçoveya parastina rewa de ew amade ne li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin û wiha dewam kir: "Divê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yê terorîst vê yekê baş nas bikin, ji ber ku ew ê şaştiyeke mezin bike, ger sivîlan hedef bigire."

Fatime Heyder diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca bersivdayîna hemû xeteriyan, derbasî qonaxeke nû bûne ku ew jî şerê gelê şoreşgerî ye û ev lê zêde kir: "Hemû zindî parastina xwe dikin da ku bijîn û em Kurd û hemû pêkhate divê em xwe, rûmet xwe, ziman, çand û destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin biparêzin."

ꞌJINÊN EFRÎNÊ AMADE NE LI KÊLEKA CIVAKÊ LI DIJÎ DEWLETA TIRK BISEKININꞌ

Fatime Heyder da zanîn ku jinên Efrînê amade ne li dijî hemû êrişên dewleta Tirk bisekinin û li kêleka civakê xwe bi rêxistin bikin.

Fatime Heyder bal kişand ser israra gel a li ser berxwedana li dijî hemû êrişan û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em baş dizanin ku berxwedana me ya li Şehbayê misogeriya vegera me ya li warên xwe Efrîn e be piştî ku ji dagirekriya Tirk were rizgarkirin."

Gelê şoreşger ew gelê ku ji ber pêkanîna armancên xwe hemû zehmetiyan dide ber çavê xwe û ji bo avakirina sîstemeke xweparastinê dixebite, girêdana gel a bi ax û welatê xwe beşek ji vê sîstemê ye, her wiha ji bo parastina rûmeta xwe amade ye berdêlên giranbuha bide.

Welatiyê bi navê Reşîd Bîlal bal kişand ser gotegotên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê belav dikin û şerê taybet ku li dijî şêniyên navçeya Til Rifetê dimeşînin da ku herêmê dagir bike û ev li axaftina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya belavkirina belavokan û propagendeyên ku dê şerekî nû li herêmê bide destpêkirin, hewl dide herêmê ji niştecihên wê vala bibke. Îdiayên dewleta Tirk ku şênî ji navçeya Til Rifetê direvin derew in, berovajî vê di demên dawî de sivîlên ji herêmên Sûriyê yê ji ber hovîtiya çete û DAIŞ`ê ji Til Rifetê derketibûn, careke din vedigerin warên xwe."

Reşîd Bîlal di dawiyê de diyar kir ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî Til Rifetê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê negihêjin armancên xwe, berovajî wê dê israra gel a li ser berxwedanê xurtir dike.

(eh)

ANHA