Gefa şer a li ser Rojava û encamên wê yên muhtemel

Gefa şer a li ser Rojava û encamên wê yên muhtemel
6 mijdar, 2021   05:19

RAUF KARAKOÇAN

Di rojên dawîn de di nîqaş û analîzên têkildarî Rojava de mijara bingehîn a derdikeve pêş, rewşa muhtemel a êrişê ya dewleta Tirk e. Ev rewşa ku gelên di nava şert û mercên şer de dijîn her tim pê re rû bi rû ne, li ser gelên Rojava girantir e. Her çend ne mimkun be ku mirov texmîn bike dê kengî çêbe jî, divê her tim îhtîmala şer were dîtin.

Gef û şantaja li hemberî Rojava, ji destpêka şoreşa Rojava ve kêm nebûye. Şoreşa Rojava mînakeke berbiçav a dîroka şoreşên gele. Xwe dispêre modela neteweya demokratîk û xwerêveberiya cudahiyên civakî ku armanca wê ya sereke ne dewlet e. Hewldana afirandina sîstemeke bêdewlet e. Li erdnîgariyeke biçûk be jî bandoreke xwe ya mezin heye û xwedî wê potansiyelê ye ku hevsengiyên herêmî biguherîne. Her wiha li hemberî sîstema kapîtalîst a global alternatîfekê çêdike.

Li gel ku parçebûna Kurdan pirsgirêka herî bingehîn a Rojhilata Navîn be jî, ev rewş îro bûye pirsgirêkeke global. Ji ber ku Tevgera Azadiyê ya Kurd xwest vê pirsgirêkê çareser bike, bi êrişên paşverû yên herêmî û sîstema kapîtalîst a global re rû bi rû maye. Ji ber vê yekê, şoreşa Rojava di heman demê de pêşketineke şoreşgerî ye ku hêzên global tev lê bûne. Tevî hemû ferzkirin, gef, şantaj, êriş, dagirkeriyê jî karî bijî û li ser rêya xwe dewam kir.

Ferzkirinên şer ku berhema polîtîkaya derve ya bêmentiq a dewleta Tirk in, ji nû ve dixin rojevê û zemînekê ji êrişê re tê amade dikin. Tu bingeheke qanûnî yan jî mafdariya vê gefa şer nîn e. Şerek e ku bi temamî ji ber helwesta keyfî û dagirker a dewleta Tirk tê kirin. Encama bêtehemuliya li xweserî, sîstema îdarî, vîna jiyana hevpar a gelên li Bakur û Rojavayê Sûriyê ye.

Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ji bo ku neçariya xwe derbas bike, êrişa li ser Rojava xist rojevê. Erdoganê şefê AKP'ê di gerên dawîn ên li Amerîka û Rûsyayê de tişta dixwest bi dest nexist, îcar hewl dide bi gurkirina krîza li Sûriyê hebûna xwe bidomîne. Rêya herî hêsan a vê yekê jî êrişa li ser Rojava, xerakirina avaniya xweser û mayîndebûna li Sûriyê ye.

Têkçûna siyaseta derve ya Erdogan (krîza pergala parastinê ya S-400, betalkirina kirîna balafirên F-35, pêknehatina nûjenkirina balafirên F-16 û nekirîna wan, pirsgirêkên bi Amerîkayê re li ser mijarên wekî aloziya Sûriyê û têkiliyên dîplomatîk ên bi Rûsyayê) di siyaseta navxweyî de jî xwe nîşan dide. Pênaseya 'mirovê nexweş' ku îşaretê bi demên dawîn ên Împaratoriya Osmanî dikin, Tirkiye anî wê radeyê ku wek 'mirovê ku dike bimire' tê pênasekirin. Erdogan sîstema ku ava kiriye yan jî hewl dide ava bike, dê bi xwe re binax bike.

Heke dîktator Erdogan bi êrişa li dijî Rojava re hewl dide desthilata xwe bidomîne û di polîtîkaya derve de qadên nû yên manevrayê biafirîne, ew di nava şaşiyeke gelekî mezin de ye. Heta ku pirsgirêka Kurd hebe, bi polîtîkayên qirker ên êrişkar û operasyonên dagirkeriyê dê ne pêkan be ku encamekê bi dest ve bîne. Yên beriya Erdogan têk çûn. Erdogan jî nikare û yên piştî Erdogan jî dê nekarin. Nikarin rastiya Kurdan ji holê rakin. 

Yên ku dixwazin gefên êrişan ên dewleta Tirk ji xwe re bikin firsend, her tim hebûne. Nemaze ne tiştekî nû ye ku rejîma Sûriyê û Rûsya hewl didin herêmên xwe yên kontrolkirinê ber bi Rojava ve fireh bikin, hêza xwe ya siyasî, leşkerî û dîplomatîk bi kar bînin da ku hewl bidin Rêveberiya Xweser bitengijînin. DYA’yê jî hêviyên xwe ji van polîtîkayan hene ku sûdê jê wergire. Her çend nakokiyên Amerîka û Rûsyayê hebin jî, dibe ku li ser Sûriyê û bi taybetî jî li ser Rojava li hev kiribin.

Ji her alî ve bi tengkirina Rojava re (PDK'ê jî di nav de ye) senaryoyên encamnegirtî gelek caran hewl didin biceribînin. Gelê Rojava bi hemû pêkhateyên xwe ve bi van lîstikên kirêt dizane. Di her şert û mercî de bêyî ku xwe bispêre tu hêzeke derve û xwe bispêre têkiliyên dîplomatîk ên dewletên mezin ên mîna Amerîka û Rûsyayê û bêyî ku li benda sozên wan bimîne, neçar e xweparastinê ji xwe re bike esas.

Di rewşa êrişeke muhtemel a li hemberî Rojava de, avantaj û derfet jî hene ku rê li ber hilweşandina rejîma faşîst a Tirk vekin. Hewldaneke nû ya êrişê ya li hemberî Rojava dê ruhekî nû yê berxwedana Kobanê bi xwe re bîne. Parastina Kobanê ji bo Kurdan bûye meseleya rûmetê. Ruhê ku hat Kobanê û di şerê parastinê de cih girt, ew ruh e ku bi Kurdan bide qezenckirin. Çawa ku Kobanê di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de bûye sembola serfiraziyê, parastina Rojava jî dê derfetên têkbirina nûnerên fermî yên DAIŞ'ê biafirîne. Mimkun e ku Rojava bibe sembola azadiyê.

Divê Kurd seferber bibin û tev li parastina Rojava bibin. Li ku derê bin bila bibin, divê têkoşîna li dijî faşîzmê geş bikin. Divê gelê Rojava agirê azadiyê bêhtir gur bike. Divê bike ku dewleta Tirk poşman bibe ku bikeve Rojava. Divê were zanîn ku ev şer şerê hebûna Kurdên azad ên berxwedêr e.