Desteya Tenduristiyê serdana çalakiya li Sêmalkayê kir

Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê û gerînendetî û komîteyên tenduristiyê yên girêdayî wê yên kantona Qamişloyê, serdana konê çalakiyê yê li Sêmalkayê kir û hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re, hedefgirtina gerîla û radestnekirina cenazeyên şehîdan şermezar kirin.

Desteya Tenduristiyê serdana çalakiya li Sêmalkayê kir
5 mijdar, 2021   13:13
QAMIŞLO

Desteya Tenduristiyê ya Herêma cizîrê, gerînendetî û komîteyên tenduristiyê yên kantona Qamişlo îro tev li çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê bûn ku li ser bangewaziya Meclisa Malbatên Şehîdan bi armanca şermezarkirina hevkariya PDK’ê û radestnekirina cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî tê lidarxistin.

Çalakvan li qada dergeha Sêmalkayê kom bûn û berê xwe da Pêxabûrê. Li Pêşxabûrê bi navê Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê hevserokê desteyê Mistefa Keleş daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Li gorî qanûnên navneteweyî divê dewleta Tirk û çeteyên wê ji ber sûcên li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, were cezakirin. Bûyerên li Serêkaniyê û Girê Spî berdewama wan sûcan mînak in.”

Hat destnîşankirin ku dewleta Tirk li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çekên qedexekirî bi kar tîne û bi gefên xwe dixwaze Rêveberiya Xweser tune bike. Hat diyarkirin ku PDK û pêşmergeyên Roj di destê dewleta Tirk de bûne amûr û sûceke hovane pêk anîn ku di encamê de 5 gerîla şehîd bûn û ev sûc wek xiyanet û hevkariya bi dewleta Tirk re hat binavkirin.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û yên navneteweyî hat kirin ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê lêpirsînekê bikin.

Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG), PDK`ê di 28-29`ê Tebaxê de li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê kemînek li ber 7 gerîlayan danî û di encamê de 5 gerîla şehîd bûn û gerîlayek dîl hat girtin.

Çalakiya konvedanê dê heta radestkirina cenazeyên şehîdan berdewam bike.

(şx)

ANHA