Çeteyan serokê eşîra Bobana ya Efrînê revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî eşîra Bobana ya Ereb li bajarê Efrînê kir û şêxê eşîrê Faris El-Şêx girt. Her wiha kurê şêx û gelek endamên eşîrê birîndar kirin.

Çeteyan serokê eşîra Bobana ya Efrînê revand
5 mijdar, 2021   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên Cebhe El-Şamiye ên dewleta Tirk duh li Efrînê li dijî eşîra Bobana a Ereb ya li Efrînê dest bi êrişên serdegirtin û revandinê kir û malên wan dorpêç kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên Cebhe El-Şamiye êrişî mala serokê eşîra Bobana Faris El-Şêx ya li têketina bajarê Efrînê kir.

Di encama êrişê de kurê serokê eşîrê bi giranî birîndar bû, piştre ew rakirin nexweşxaneyê, her wiha gelek kes ku di nav de jin jî hene, birîndar bûn. Çeteyan serokê eşîrê Faris El-Şêx revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Her wiha çeteyên Firqeya Hemzat duh 50 serî pezê şivanekî dizîn ku di navbera gundên Kîmar û Meyasê yên navçeya Şêrawa ya gundewarên bakurê rojavayê Efrînê de diçêrandin û îşkence li şivan kir.

Li aliyekî din li Efrînê çeteyan jineke ji gundê Cûqê ji mala birayê wê derxistibû, kel û pelên malê desteser kirin û malbateke çeteyan tê de bi cih kir.    

(dx)