​​​​​​​Haaretz: Polîtîkaya DYA û Îsraîlê ya têkildarî Îranê ji hev cuda bûne

Rojnameya Haaretz da zanîn ku helwestên Îsraîl û DYA’yê li hemberî Îranê ji hev cuda ne, ji ber wê yekê welatên Kendavê siyaseta xwe guherand û ji nû ve dest bi têkiliyên bi Îranê re kir.

​​​​​​​Haaretz: Polîtîkaya DYA û Îsraîlê ya têkildarî Îranê ji hev cuda bûne
5 mijdar, 2021   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî analîzeke rojnameya Haaretz a Îsraîlê, di 21’ê Cotmehê de balafirên nenas êrişî baregeha Amerîkayê ya li Tenefê ya li rojhilatê Sûriyê kir. Di êrişê de ku Îran berpirsa wê tê nîşandan, tu windahî çênebûn. Ji ber ku beriya wê “welatekî dost” hişyarî dabû Amerîkayê ku leşkerên xwe veguhêze cihekî ewle.

Di analîzê de hate diyarkirin ku êrişa Îranê wek bersiva êrişa hewayî ya beriya çend rojan li dijî komên alîgirên Îranê li Sûriyê, hat hesibandin. Xuya ye ku îranî jê ne piştrast in ku Îsraîl an Amerîka li pişt wê bombebaranê ne, lê di dawiyê de Amerîka kirin hedefa êrişa xwe. Piştî êrişa li dijî Tenefê rayedarên Îranê daxuyanî dan û got ji niha û pê ve dê Amerîka fatoreya piştgiriya kiryarên Îsraîlê bide.

Ji wê demê ve DYA`yê bersiva êrişê neda. Rêveberiya serok Joe Biden daxuyand ku Amerîka di demeke guncaw de û bi rêbazên guncaw dê bersivê bide. Lê belê heke Amerîka hêz an lawaziya xwe nîşan bide dê yekser bandorê li hevkarên xwe yên herêmî bike. Ji lew re Erebistana Siûdî û Amerîkayê bi lez û bez peywendiyên bi Îranê re xistin rojevê û beşdariya xwe di şerê li dijî Hûsiyan de li Yemenê kêm kir.

Li gorî raporên dezgehên çapemeniyê yên Ereban, Îsraîl êrişên li dijî berjewendiyên Îranê li Sûriyê dewam dike. Lê dibe ku DYA jê bixwaze ku xwe kontrol bike.

Îranê roja pêncşemê bi awayekî fermî ragihand ku dê dawiya vê mehê gereke nû ya dan û standinan li Viyanayê bi hêzên Ewropayê re pêk bînin, ev yek wê bibe destpêk ji bo vegera li peymana nukleerî. Dê ev gera yekemîn a dan û standinan di dema serok Îbrahîm Reîsî de be.

Li Îsraîlê tê pêşbînkirin ku ger îranî qebûl bikin dê amerîkî vegerin dan û standinan, heke pêk nehat, Îsraîl dê ji Washingtonê lava bike ku planeke din bibîne da ku cezayên aborî li ser Îranê zêde bike û gefa bikaranîna hêzê lê bixwe.

Her wiha di raporê de hate destnîşankirin ku têkiliyên pîşeyî û yên kesayetî di navbera serokwezîran, wezîrê karên derve, wezîrê parastinê yê Îsraîlê û hempîşeyên wan ên amerîkî de baş in. Ruxmî wê jî di navbera helwestên wan de, bi taybet di mijara Îranê de, cudahiyeke mezin heye.