El-Aracî: Heya dawiya salê wê hêzên biyanî li Iraqê nemînin

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim El-Aracî got, heya dawiya îsal wê tu hêzên leşkerî yên biyanî li Iraqê nemînin.

El-Aracî: Heya dawiya salê wê hêzên biyanî li Iraqê nemînin
4 mijdar, 2021   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê di navbera Iraq û Koalîsyona Navneteweyî de civînek hate lidarxistin.

Têkildarî civînê, Nivîsgeha Şêwirmendên Ewlehiya Neteweya ya Iraqê Qasim El-Aracî daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Vê sibehê, rûniştina hunerî ya leşkerî ya duyemîn di navbera Iraq û Koalîsyona Navneteweyî de hate lidarxistin. Civîn bi sponserya Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî, ji aliyê Iraqê serokatiya cîgirê Fermandariya Operasyonên Hevbeş general Ebid El-Emîr E-Şumerî û nûnerê Koalîsyona Navnetweyî fermandarê Hêzên Ezim El-Selib li Iraqê general John Brennan hate lidarxistin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku erka bê ya Koalîsyona Navneteweyî wê şêwir, perwerde û pêşxistina karînan be. Her wiha hate gotin ku heya dawiya îsal wê Iraq ji hêzên biyanî yên leşkerî vala be û dê di vê çarçoveyê de wê civîn bên lidraxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, fermandarên leşkerî xebatên xwe û plansaziya xwe bi hêzên koalîsyonê re nirxandin, her wiha rola şêwirî û alîkardayînê nîqaş kirin.

Di civînê de rewşa ewlehî ya li Iraqê tedbîrên ku Koalîsyona Navneteweyî, li gorî encamên danûstandinên stratejîk  hatin nîqaşkirin.