Li Reqayê 2 sîxurên dewleta Tirk hatin girtin

QSD`ê 2 çeteyên ku sîxurtî ji dewleta Tirk re li herêma Reqa û gundewarên wê dikir, girtin.

Li Reqayê 2 sîxurên dewleta Tirk hatin girtin
4 mijdar, 2021   13:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di demekê de ku dewleta Tirk êrişên herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, di demên dawîn de şane ava kirin da ku sîxuriyê bikin û operasyonên terorî bikin. Her wiha aramiya herêmê xira bikin û agahiyên der barê kesayetên payebilind û navendên parastina ewlehiyê de kom bikin.

Bi vê yekê re Yekîneyên Taybet ên QSD`ê 2 çeteyên ku sîxurî ji îstixbarata dewleta Tirk re dikir, li herêma Reqa û gundewarên wê girt. Her du çete ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve li ser xaka Sûriyê ya dagirkirî û di hundirê dewleta Tirk de hatine erkdarkirin.

Sîxurê bi navê Wayil Dahî El-Hemad (24) ji gundê El-Tirwaziyê ye û li xwe mikur hat ku dan û standina wî bi îstixbarata dewleta Tirk re li herêma Silûk heye. Ev yek jî piştî rêzebertîlên ku ji aliyê hin sîxurên di nava çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê de hate dayîn. Ew ji bo komkirina agahiyan der barê navendên ewlehiyê û QSD`ê de li bakurê Reqayê hate erkdarkirin, her wiha mayinan ji herêmên dagirkirî derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û wan radestî şaneyên terorîst bike. Ev kes ji aliyê Yekîneyên Taybet ve piştî hewldana wî ku beşa duyemîn ji teqemeniyan derbas bike, hate girtin.

Sîxurê bi navê Mihemed Îd El-Îd (32) ji bajarê Reqayê ye. Li xwe mikur hat ku ew ji aliyê kesekî bi navê Mistefa Tehîna ve ku niha li bajarê Tersûs ê Tirkiyê dijî, hate erkdarkirin û erka wî ku dîmenên cihên leşkerî bikişîne, cih û agahiyên der barê wan de ji îstixbarata dewleta Tirk re bişîne. Ew jî hate girtin dema ku dîmenên cihekî leşkerî dikişandin.

Em piştrast dikin ku bikaranîna teknolojiyê ji aliyê hêzên me ve, di şopandina şaneyên terorîst de bû sedem ku bi lez sîxur werin eşkerekirin, her wiha operasyonên terorîst werin kêmkirin. Em bang li gelê xwe dikin ku der barê planên dewleta Tirk de hişyar bin û alîkariya hêzên pispor di eşkerkirina tevgerên biguman de bikin."

(bx)