Hunermend Selah Resûl li Qamişlo hat oxirkirin

Bi beşdarbûna şênî, hunermend û rewşenbîran, hunermend Selah Resûl bi merasîmeke girseyî li Qamişlo hate oxirkirin.

Hunermend Selah Resûl li Qamişlo hat oxirkirin
4 mijdar, 2021   15:00
QAMIŞLO

Hunermendê Kurd Selah Resûl di 27’ê Cotmeha borî de li nexweşxaneyeke Almanyayê di temenê 69 sal de jiyana xwe ji dest da. Selah Resûl 60 sal jiyana xwe xist xizmeta huner û doza Kurd.

Hunermend Selah Resûl ji taxa Enteriyê ya Qamişlo ye û di 1952’yan de ji dayik bûye. Hunera xwe ji zarokatiyê de dest pê kir. Ji ber hezkirin û eşqa xwe ji mûzîkê re xwendina xwe berda û di rêwitiya xwe ya hunerî de bi sedan stran çêkirin.

Selah Resûl di lêdana tembûrê de, li gel dengê xwe yê xweş afrîner bû û ji yekemîn hunermendên tev li şahiyan, zemawend û cejnên neteweyî yên gelê Kurd dibû.

Duh, cenazeyê hunermend Selah Resûd di dergehê Sêmalkayê re gihaşt Rojava. Yekitiya Hunermendan a herêma Cizîrê îro merasîma oxirkirinê li Qamişlo li dar xist.

Şêniyên Qamişlo, hezkiriyên Selah Resûl û yekitiyên huner û çandê tev li merasîmê bû. Kawranê merasîmê ber bi goristana Enteriyê ve çûn.

Di heman demê de di nava kolanên taxa Enteriyê re koma mûzîkê ya Hêzên Erka Xweparastinê mûzîk ji bo hunermend pêşkêş kir.

Dema cenaze gihaşt goristanê, beşdaran nimêja cenazeyê kir û cenaze veşart. Paşê şêniyan berê xwe da konê sersaxiyê ku li gel Nexweşxaneya Dil û Çavan a li heman taxê hat vegirtin.

Birayê hunermend Selah Resûl, Mela Elî Resûl ji ajansa me re wiha got: "Dema Selah Resûl 12 salî bû hezkirin û eşqa xwe ji mûzîkê xuya bû, di lêdana bilûrê de hoste bû. Di salên 1970’î de li tembûrê dida û di nava kurdan weke hunermendê yekemîn ji bo şahiyên dawetan dihat nasîn."

Mela Elî Resûl da zanîn ku Selah ji hunermenên yekemîn ên herêmê bû her tim navê Kurdistanê bi bîr dixist û gelek stranên şoreşgerî û neteweyî stran. Mela Elî Resûl wiha anî ziman: "Bê tirs û xof navê Kurdistanê digot. Tevî ku saziyên ewlehiyê yên Sûriyê her tim bi ser wî de digirtin û asteng dikirin, lê belê rêwîtiya xwe bi cesaret derbas dikir."

Mela Elî Resûl eşkere kir ku Selah di 12 saliya xwe de yekemîn stran çêkir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Di 1980’î de strana kurdî bi pêş xist û bêyî tirs di cejnên kurdî de mîna Newrozê distra û koma balê ava kir."

(fr)

ANHA