Dêra Mar Circis; şahida biratiya Suryan, misilman û êzidiyan

Dêra Mar Circis a li gundê Derîcîlk bûye şahida biratiya Suryan, misilman û êzidiyan. Piştî ku dêr bi beşdariya hemû pêkhateyên gund hate avakirin, bûye nîşaneya jiyana hevbeş.

Dêra Mar Circis; şahida biratiya Suryan, misilman û êzidiyan
4 mijdar, 2021   09:24
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Li gundê Derîcîlk ku bi 2 kîlometreyan li bakurê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê ye, Suryan, misilman û êzidî ji demeke dirêj ve bi hev re dijîn. Hemû warên jiyanê parve dikin. Lê piştre gelek Suryan û êzidî jê koçber bûn.

Li bakurê gund, xaça li ser dêreke biçûk a li qada gund hatiye avakirin balê dikişîne. Dêra ku ji dêreke Suryanan veguheriye meqsada hemû pêkhateyan, ji aliyê şêniyên gund ve tê parastin û malbateke Suryan pê re mijûl dibe.

ÇÎROKA AVAKIRINA DÊRÊ

Gundê Derîcîlk di serdama borî de rêya sereke bû ku navçeya Tirbespiyê bi gundên herêma Cerh û Aliyan ên gundewarên bakurê wê ve girê dida û tê de Eşû Marûkî El-Suryanî dima. Ji ber şert û mercên dijwar ên piştî qanûna guhertina çandiniyê di dema Cemal Ebdulnasir de (1958-1961), gelek malbatên li herêma Cizîrê diman, xizan bûn û zeviyên xwe ji dest dan. Di encamê de gelek ji wan neçar man ku ber bi bajarên Sûriyê yên din ve koçber bibin û hinek din çûn derveyî welêt.

Welatiyê Suryan Eşû Marûkî, ji kesên ku koçber bûne û ji bo kar û peydakirina debara malbatê çûye Lubnanê. Lê piştî çend salan vedigere gund û ji xelkê gund re dibêje ku vegeriye da ku dêrê ava bike.

Muaz Ezîz ku ji misilmanên gund e, got: “Eşu ji gundiyan re gotiye ku ew li Lubnanê her tim di xewna xwe de Mar Circis dîtiye ku jê dixwaze vegere gund û dêrekê li şûna mala xwe ya li aliyê bakurê rojhilatê gund ava bike.”

HER KES TEV LI AVAKIRINÊ BÛ

Şêniyên gund ên ji pêkhateyên cuda ji Eşû re dibin alîkar da ku dêrê ava bike ji ber ku derfetên wî yên madî têrê nakin. Êzidiyên gund jî dema di avakirina dêrê de kar dikir, digot "dêr e û xêr e". Heta niha ev gotin li gund tê gotin.

Muaz wiha domand: “Li ser bingeha baweriya me bi jiyana hevbeş, sala 1971`an Kurdên misilman, êzidî û xiristiyanên gund, bi derfetên xwe bi hev re dêr ava kir.”

Muaz diyar kir ku li gorî mezinên gund, dema esasên dêrê tên kolandin, xaçeke kevn tê dîtin. Ev îsbat dike ku di bin mala Eşû de dêreke kevn a asûriyan hebûye.

ÊZIDÎ Û MISILMAN SERDANA DÊRÊ DIKIN Û ALÎKARIYÊ DIDINÊ

Di salên 1990`î de pêleke koçberiyê ya mezin ber bi Ewropayê ve çêbû. Hejmareke pir hindik a malbatan ma. Lê ruxmî wê jî, dema ku welatî serdana gund dikin, destpêkê diçin dêrê û alîkariyê didinê.

Corc Marûkî neviyê Eşû ku berpirsê dêrê ye, bi bîr xist ku ciwanên êzidî yên li gund mane, dêrê diparêzin.

Ciwanên êzidî û yên misilman ên navçeya Tirbespiyê dibêjin ku dema biçûk bûn tevî malbatên xwe serdana dêra Mar Circis kirine û mûm pê xistine.

Stûnên dêra Mar Circis a li gundê Derîcîlk bûne mînaka jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de. Bi saya avakarê dêrê Eşû Marûkî dêr heta îro saxlem maye. Kurê wî Yaqûb heta çû ser dilovaniya xwe, xizmeta dêrê kir û li qada dêrê li rex bavê xwe hat veşartin. Îro jî neviyê Eşû Corc karê kal û bavê xwe didomîne.

 (şx)

ANHA