'Bikaranîna çekên kîmyawî li dijî gerîla binpêkirina exlaq û qanûnê ye'

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Mecîde Hesûn da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne û ev kiriyareke derexlaqî û derqanûnî ye.

'Bikaranîna çekên kîmyawî li dijî gerîla binpêkirina exlaq û qanûnê ye'
4 mijdar, 2021   07:43
KOBANÊ- SELWA EBDULREHMAN

Li gorî daneyên ku Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê, dewleta Tirk a dagirker di şerê li dijî gerîlayan li çiyayên Kurdistanê de 323 caran bi çekên kîmyewî û gazên jehrîn êriş kiriye.

Têkildarî mijarê, yek ji rêveberên Kordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Mecîde Hesûn got ji 23’ê Nisana sala borî ve dewleta Tirk bi armanca şikandina vîna gelên azad û tunekirina wan, êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Avaşîn, Metîna, Zap û Garê zêde kiriye.      

/ar/uploads/files/2021/11/04/072949_majdh-alhswn.webp

Mecîde Hesûn wiha dewam kir: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ne tenê li ser çiyayên Kurdistanê ne, lê belê êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî zêde kirine. Armanca dewleta Tirk ji van êrişan ew e ku berxwedanê li herêmê lawaz bike û dagirkeriya xwe berfireh bike."

Mecîde Hesûn destnîşan kir ku bikaranîna dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê çekên kîmyewî binpêkirina qanûnan e û divê ji aliyê rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî were cezakirin.

Mecîde Hesûn piştrast kir ku berxwedan û têkoşîna gerîla ziyanên mezin gihand dewleta Tirk a dagirker û hemû planên wê yên li herêmê têk birin.

Mecîde Hesûn xiyanet û hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re jî şermezar kir û got her tişt zelal bûye, divê PDK'ê bi gelê Kurd re hevkariyê bike û li ser xwîna gelê Kurd bazaran neke.

Mecîde Hesûn di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û sûcên dagirkeriya Tirk li herêmê rawestînin û bêdeng nemînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kir ku komîteyeke lêkolînê bişîne Herêmên Parastinê yên Medyayê da ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve lêkolîn bike.

(dx)

ANHA