Hêzên dagirker du welatiyên temenmezin ji Efrîna dagirkirî revandin

Çavkaniyek ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku îstixbarata Tirkiyê û çeteyên "Polîsa Leşkerî" 2 welatiyên temenmezin ji gundê Gemrûkê yê navçeya Mabata ya Efrînê revandine.

Hêzên dagirker du welatiyên temenmezin ji Efrîna dagirkirî revandin
4 mijdar, 2021   09:35
ŞEHBA

Çavkanî da zanîn ku îstîxbarata Tirk (MÎT) û çeteyên "Polîsa Leşkerî" di 1'ê Mijdarê de 2 welatiyên temenmezin ji gundê Gemrûkê ya navçeya Mabata revandine.

Li gorî çavkanî navê herdu welatiyan wiha ne: Bûhîr Mistefa Îbrahîm ê 55 salî  û Ebdulqadir Mistefa Mihemed ê 56 salî.

Çavkanî diyar kir ku çeteyan ji malbatên kesên revandî xwestin ku hezar û 500 lîreyên tirkî bidin da ku wan bedin. Heya niha jî çarenûsa wan ne diyar e.

(dx)

ANHA