Bihabûna nirxên kel û pelan bandorê li debara xelkê Xezayê dike

Li Xezayê rêjeya bêkarî û xizaniyê ji berê zêdetir bûye û diyardeya bihabûna kel û pelan xwe daye der, ev jî bandorê li debara welatiyan û tevgera bazaran dike.

Bihabûna nirxên kel û pelan bandorê li debara xelkê Xezayê dike
4 mijdar, 2021   07:27
XEZA-OMER MÛSA

Ger mirov li malperên herêmî yên Filistînê li ser medya dijîtal binêre, mirov rewşa kirêtîk a welatiyên li Xezayê dibîne, bê çiqasî bعhaya kel û pelan bandor li wan û debara wan kiriye.

Welatiyên bi navê Yûsif Seed axivî û got, “biqasî ku kel û pel biha bûne tu dibêjî qey em li li New Yorkê ya Amerîkayê dijîn.”

Yûsif Seed ê 42 salî bi bîr xist ku kîloya nîskê nêzî dolarekî bû, lê niha bûye derdora 2 dolaran.

Seed ev li gotina xwe zêde kir: "Gelo malbatên xwedî 7 kulfetan wê çawa zarokên xwe xwedî bikin? Piraniya rojên hefteyê em nîskê dixwin. Jixwe ev tekane xwarin e ku herî zêde li hemû malên Xezayê tê dîtin.”

Seed bi bîr xist ku ne tenê nîsk biha bûne, lê belê cureyên sereke jî biha bûne û ew zehmetiyan vê yekê dikişînin. Nexasim ku qûta heyî têrê nake ku pêdiviyên xwe yên sereke peyda bikin.

Yehya Ebû Terabîş jî derbarê bilindbûna nirxên kel û pelên sereke de nerazîbûna xwe nîşan da û got: "Bazirgan kel û pel û nirxan keysbaz dikin, gelo li hemberî vê hikumet çi dike? Tiştekî nake ji ber ku hemwelatî û berjewendiya welatiyan ji wan re ne girîng e."

Yehya Ebû Terabîş (52) ji ajansa me re got, “Ger buhaya kel û pelan ji wihan bilindtir bibe, dê tiştek tune be welatî bixwin. Ji ber ku em li welatekî dijîn mehane tenê 300 dolaran qezenc dikin û ev jî tê wateya ku ev buha ji me re giran e, li ser vê beriya ku rewş kambaxtir bibe; divê aliyên peywendîdar yekser çareseriyekê bibîne."

Bi mijarê ve girêdayî bazirganên li Xezayê gazinên xwe anîn ziman, yek ji wan bazirganên madeyên zimhêrê Ebû Mehmûd Zahir e. Ebû Mehmûd Zahir ji ajansa me re diyar kir ku li bazaran tevgera kirîn û firotinê ji berê pir kêmtir e û ger wiha bimîne dê bandoreke neyînî li bazirganan were kirin.

ALOZIYÊN LI XEZAYÊ

Li gorî aborînasan, di encama ambargoya ku ji beriya 15 salan ve li ser Xezayê de, her wiha ji ber şerên li pey hev rû dane rewşa jiyanî û mirovî li Xezayê pir kirêtîk e.

Aborînas Raid Faris ji ANHA`yê re diyar kir ku şerê Îsraîlê yê dawî bandor li qada aborî kir û li Xezayê rêjeya xizanan ji sedî 80 ye, di heman demê de rêjeya bêkariyê zêdetirî ji sedî 60 e.

Raid Faris got, di pêvajoya pandemiya Koronayê de lêçûna barkirin û bazirganiya cîhanê zêde bû û nirxên kel û pelan bilind bû. Hîn jî bandora vîrusa Koronayê li aboriya cîhanê heye. Li aliyekî din jî hikumeta Xezayê baçan li bazirganan dibire.

Aborînas da zanîn ku kesên herî zêde li Xezayê bandor li wan hatiye kirin, malbatên feqîr in, li ser vê yekê divê hikumet nirxan kontrol bike û çareseriyê ji vê yekê re bibîne.

Raid Faris di dawiyê de bi bîr xist ku hejmara kesên li Xezayê bêkar in gihaşt 366 hezaran, ev jî rêjeyeke bilind e û bi xwe re encamên neyînî tîne.

(eh)

ANHA