Meclisa Rûspiyan a Minbicê: Bi hevgirtin û yekitiyê em dikarin li pêşiya êrişan bisekinin

Berdevkê Meclisa Rûspiyan a bajarê Minbic û Gundewarên wê bang li ciwanên herêmê kir ku bi şerê derûnî yê ku dewleta Tirk ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne bandor nebin û gotin, bi yekitî û hevgirtina pêkhateyan dê dagirkeran ji Sûriyê derxin.

Meclisa Rûspiyan a Minbicê: Bi hevgirtin û yekitiyê em dikarin li pêşiya êrişan bisekinin
4 mijdar, 2021   07:14
MINBIC-NÎHAD KERHO

Têkildarî gefên dawîn ên dewleta Tirk ku dê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, Berdevkê Meclisa Rûspiyan a Bajarê Minbicê û gundewarê wê Şêx Mihemed Sadiq El-Asîdî ji ajansa me axivî. El-Asîdî got, hemû planên dewleta Tirk a dagirker bi bin ketin ku dixwest şêniyên herêmê bide koçberkirin û herêmê vala bike da ku bi hêsanî dagir bike.

'JI DEMA AVAKIRINA RÊVEBERIYA XWESER VE, DEWLETA TIRK ŞERÊ DERÛNÎ LI DIJÎ ŞÊNIYÊN HERÊMÊ DIMEŞÎNE'

Şêx Mihemed Sadiq El-Asîdî bi bîr xist ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk alozî gurtir kir, dema xwepêşendan dest pê kirin, yekser kamp ava kirin, çekdar şandin Sûriyê û desteka DAIŞ`ê kir, herî dawî Efrîn, Girê Spî û Eyn Îsayê dagir kirin.

El-Asîdî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka avabûna Rêveberiya Xweser ve, li dijî herêmê dest bi şerê derûnî kir, çi bi rêya gefan an jî topbarankirina bêserûber a li dijî malên sivîlan û piştre dorpêçeke aborî li ser herêmê ferz kir û ava çemê Firatê qut kir.

El-Asîdî wiha domand: “Em bang li şêniyên bajar Minbicê û gundewarê wê û heta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku bi şerê derûnî yê ku dewleta Tirk li dijî wan dimeşîne neyên xapandin. Dewleta Tirk bi topbaranê dixwaze şêniyan bitirsîne.”

'REJÎMA TIRK BI TÊLA MEZHEBÎ YA DI NAVBERA GELÊ SÛRIYÊ DE LÎST'

Derbarê armacên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê de Mihemed Sadiq El-Asîdî got: “Dewleta Tirk naxwaze istiqrar li Sûriyê pêk were. Çiqas alozî berdewam bike, ewqas berjewendiyên xwe pêk tîne. Îro gef li Minbic, Kobanê û Til Temirê dixwe sibe jî dê gef li herêmên din ên Sûriyê yên li ser sînor bixwe.”

Şêx Mihemed Sadiq El-Asîdî wiha berdewam kir: “Rejîma Tirk bi têla mezhebî ya di navbera gelê Sûriyê de lîst, fîtne di navbera pêkhateyan de derxist, îdia kir ku mezhebên li herêmên Rêveberiya Xweser mafên xwe nebirine, lê ev îdia derew in. Hemû pêkhateyên li herêmên Rêveberiya Xweser bi rêya projeya neteweya demokratîk mîna bira dijîn û ji sedan salan ve têkiliyên hevbeş di navbera wan de hene. Em xwedî welat, gel û axekî ne. Pêwîst nake rejîma Tirk were me rizgar bike. Gelo dixwaze herêmê ji şêniyên wê rizgar bike!”

'PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK JI BO SÛRIYAN ÇARESERIYA HERÎ GUNCAW E'

Berdevkê Meclisa Rûspiyan a Bajarê Minbicê û gundewarê wê eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide demografiya herêmên Sûriyê biguherîne û ji bo wê bike, lihevkirinên berê yê navneteweyî dike hicet û ev yek zelal kir: “Dewleta Tirk ji bo timayên xwe pêk bîne, bi têla êlan dilîze, lê bi saya hevgirtina şêniyên herêmê hewldanên wê têk çûn.”

Ji bo çareserkirina aloziya li Sûriyê El-Asîdî got: “Projeya neteweya demokratîk ku Rêveberiya Xweser ji xwe re kiriye bingeh, projeyeke bêhempa ye û sûdeke mezin li herêmê dike. Ev proje banga biratî û yekitiya gel û axa Sûriyê dike, ji parçekirinê û parçebûnê dûr dikeve. Projeya neteweya demokratîk çareseriya herî guncaw ji aloziya Sûriyê re ye.” 

Berdevkê Meclisa Rûspiyan a bajarê Minbic û gundewarê wê Şêx Mihemed Sadiq El-Asîdî di dawiyê de bêdengiya li hemberî sûcên dewleta Tirk şermezar kir û got: “Em baş dizanin ku dewletên mezin dixwazin Sûriyê parçe bikin. Lê em ne bi vê parçebûnê re ne. Em ê bi yekitî û hevgirtina xwe li pêşiya êrişên dewleta Tirk bisekinin.”

(şx)

ANHA