JKŞ’ê ji bo sempozyûma 5`ê Mijdarê banga tevlêbûnê kir

Berdevaka Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) Fadya Sîdo ji bo sempozyûma ku di 5’ê Mijdarê de wê bi dirûşma “Li hemberî serdestiya zilam bi şoreşa jinê ber bi serkeftinê ve” were lidarxistin banga tevlêbûnê kir.

JKŞ’ê ji bo sempozyûma 5`ê Mijdarê banga tevlêbûnê kir
4 mijdar, 2021   07:01

Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) 5’ê Mijdarê wê bi dirûşma  “Li hemberî serdestiya zilam bi şoreşa jinê ber bi serkeftinê ve” sempozyûmekê li dar bixe.

Di sempozyûma ku wê 5’ê Mijdarê li Hesekê were lidarxistin de li ser mijarên “Di berxwedana gel a çekdarî de jin û tecrûbeya Şoreşa Rojava ya Jinê” û “Şoreşa herêmî û enternasyonalîzma jinê” nîqaş werin meşandin.

Berdevka JKŞ’ê Fadya Sîdo di derheqê sempozyûmê de ji ANHA’yê re axivî.

Fadya Sîdo, li ser armancên sempozyûmê û xebatên ku hatine meşandin axivî û wiha got: “Em weke Jinên Komûnîst ên Şoreşger ji bo 5’ê Mijdarê amadekariya sempozyûmekê dikin. Heta niha amadekariyên me bi awayekî serkeftî derbas dibin. Rêxistinkirineke baş tê meşandin.  Armancên me di vê sempozyûmê de ew in ku li ser tecrûbeyên jinên Bakur û Rijholatê Sûriyê û tecrûbeyên jinên enternasyonal nîqaş werin meşandin. Dirûşma me ‘Li dijî serdestiya zilam bi şoreşa jinê ber bi serkeftinê ve’ ye.”

Fadya Sîdo bal kişand ser gefên dagirkeriya dewleta Tirk û diyar kir ku dagirker di destpêkê de jinan û destkeftiyên jinan dikin armanc. Fadya Sîdo axaftina xwe wiha doman: “Weke ku em dibînin êrîşên dagirkeriyê li ser me zêde dibin. Çi dagirkerî were pêkanîn êrîşên nû jî li ser jinan tên kirin. Jin tên qetilkirin, tecawîzkirin û revandin. Dixwazin ku vîna jinan bişkînin, di destpêkê de her tim jinan hedef digirin.”

Fadya Sîdo berxwedana jinên Sovyetan bi bîr xist û banga mezinkirina berxwedana jinan a enternasyonal kir û wiha pê de çû: “Pêwîst e em jin li berxwe bidin, vîna xwe xurtir bikin. Jinên Sovyetan berxwedaneke xurt û mezin bi çek pêk anîn û rola xwe baş lîstin. Pêwîst e em jî wan jinan mînak bigirin. Em weke jinên Rojava wan jinan mînak digirin û şoreşa xwe bi rê ve dibin. Heta niha şoreşa me ya jinan serkeftî derbas dibe. Em dixwazin ku jin armancên xwe, mafên xwe nas bikin û li azadiya xwe xwedî derbikevin.  Em dixwazin ku jin bi armanca parastina azadiya xwe, xaka xwe û welatê xwe jiyan bikin. Bangewaziya me li hemû jinên cîhanê heye ku li maf û azadiyên xwe xwedî derkevin. Weke jin em xwedî vîneke xurt in. Li hemberî dijmin û êrîşan em ê vîna xwe xurtir bikin.”

Fadya Sîdo di dawiya axaftina xwe de banga tevlêbûna sempozyûmê li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir: “Bangewaziya min li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku tev li sempozyûma me bibin. Em ê bi tevlêbûna wan gelekî şanaz û serkeftî bibin.”

ANHA