Li Tebqayê hemleyeke berfireh a dezenfektekirinê destpê kir

Di roja duyemîn a qedexeya derketinê ya giştî li bajarê Tebqayê de, Şaredariya Gel hemleyeke dezenfektekirinê ya berfireh li saziyên sivîl û leşkerî, sûk û kolanên sereke ên bajêr, da destpêkirin.

Li Tebqayê hemleyeke berfireh a dezenfektekirinê destpê kir
3 mijdar, 2021   11:52
TEBQA

Li gorî perspektîfên Şaneyê Aloziyê ya Tebqayê, Komîteya Rêvberiya Herêmî û Şaredariyan tevahî tîmên dezenfektekirinê xistin tevgerê û di nava saziyên sivîl û leşkerî, navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, sûkên bajêr û kolanên sereke dest bi hemelya dezenfektekirinê kir.

Li gorî endamê rêvberiya Beşê Baqijiyê yê Şaredariya Gel a Tebqayê Basil Şeaban, hemleya dezenfktekirin wê di dirêjahiya dema qedexeya derketina giştî de bidome, her wiha dê gilêşê ji kolanên sereke û şaxî derxînin dervayî bajêr.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku qedexeya giştî li herêmê duh ketibû meriyetê û tê payîn ku 10 rojan dewam bike.

(dm)

ANHA