Parlamanterên Brîtanî daxwaza derxistina PKK`ê ji lîsteya terorê kir

Parlementerên koma APPG’ê ya Brîtanyayê ku mijara qedexeya li ser PKK`ê xistin rojeva parlamantoyê, li hikumetê daxwaz kir ku nêrîna xwe ya li hemberî PKK’ê di berçavan re derbas bike û PKK ji lîsteya terorê derxîne.

Parlamanterên Brîtanî daxwaza derxistina PKK`ê ji lîsteya terorê kir
3 mijdar, 2021   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlementerên koma APPG ku ji Partiya Karker, Muhafazakar û SNP’ê pêktê, êrîş û zextên li ser Kurdan xistin rojeva parlamantoya Brîtanyayê.

Li parlamantoyê rapora Hezîrana 2021’an a dibin sernava “Nûnertiya Siyasî ya Kurd li Tirkiye û Wekhevî” hate nîqaş kirin. 

Di raporê de zextên li ser mûxalefeta Kurd li Tirkiyeyê yek bi yek tê destgirtin. Her wiha di raporê de biryara Dadgeha Bilind ya Belçîkayê ya debarê derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê jî tê bibîrxistin û ji hikumeta Brîtanyayê tê daxwaz kirin ku nêrîna xwe ya derbarê PKK’ê de di berçavan re derbas bike.

Her wiha di raporê de îşaret bi binpêkirinên mafê mirovan ên li Tirkiyeyê tê kirin û daxwaza çavdêriyeke bihêz ji bo firotina çek ji bo Tirkiyeyê tê kirin.

Piştî raporê axaftina serokê APPG û parlementerê Partiya Karker Lloyd Russell Moyle mohra xwe li rojevê xist.

Moyle, PKK’ê weke nûnerê gele Kurd binav kir û xwest ji lîsteya ‘Teror’ê bê derxistin. Her wiha biryara Dadgeha Belçîkayê ya ‘PKK partiyeke rewaye’ jî hate bibîrxistin.

Parlementerên din ên heman komê ên piştî Moyle mafê axaftinê girtin jî daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK’ê kirin.

Di rûniştinê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate destgirtin.