Li Amûdê ji bo gerîlaya YJA Starê Amargî Cûdî merasîma bîranînê

Ji bo bîranîna gerîlaya YJA Starê Amargî Cûdî ku li Heftanînê şehîd bûbû, li gundê Sincaqa Xelîl ê Amûdê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Li Amûdê ji bo gerîlaya YJA Starê Amargî Cûdî merasîma bîranînê
3 mijdar, 2021   12:08
QAMIŞLO

Gerîlaya YJA Starê Amargî Cûdî (Nesrîn Îbrahîm) ku di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker de li Başûrê Kurdistanê şehîd bûbû, li gundê Sincaqa Xelîl ê Amûdê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Di merasîmê de ku endamên PYD, Kongreya Star, MSD, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û meclisên malbatên şehîdan amade bûn û her wiha bi sedan şêniyên Qamişloyê tev lê bûn.

Merasîmê bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir û li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan ya Amûdê Siwer Elî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Em ê her tim dilsozên şehîdên xwe bin. Dagirker dixwazin di şexsê gerîla de tevahiya gelê Kurd tune bikin. Em ê li dijî hemû êrişan bi têkoşîna layiqî şehîdan, rawestin."

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Seîd Hirso jî axivî û got: “Kes nikare vî gelî bê îrade bike. Ji ber ku ev gel hêz û îradeya xwe ji şehîdan digire."

Endama Koordînasyona Kongreya Star Roza Tolhildan jî sersaxî ji malbatê re xwest û got: "Dijmin êrişî hemû parçeyên Kurdistanê dike. Gerîla 24 saetan li ber xwe dide. Bila gelê me û dijmin baş bizanin ku şervanên vî gelî xwe paşve nakişînin. Ev gel dê bi berxwedanê bi ser bikeve."

Li ser navê PYD'ê jî Şemsîxan Gilo got: "Şehîd vîna me ne. Tekane fikara me divê serkeftina şoreşê be.”

Her wiha li ser navê MSD'ê Cewahir Îbrahîm destnîşan kir ku gefên êrişkirinê yên dewleta Tirk a dagirker dê bi îradeya gelan werin pûçkirin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîd Amargî Cûdî radestî dayika wê hat kirin. Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.

ANHA