Li Zapê gerîlayan li dagirkeran xist; 3 leşker hatine cezakirin

HPG'ê diyar kir ku di encama çalakiya gerîlayan li herêma Zapê de, herî kêm 3 leşker hatine cezakirin.

Li Zapê gerîlayan li dagirkeran xist; 3 leşker hatine cezakirin
3 mijdar, 2021   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG`ê di daxuyaniya xwe de got:"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 2'ê Mijdarê saet di 15:30'î de li qada Kela Bedewê ya herêma Zapê, hêzên me li dagirkeran xistin.

Di encama vê çalakiya serketî ya hêzên me de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin û derb li sîstema kamera ya mobesse û sîstemeke radarê xistin."

Her wiha HPG`ê anî ziman ku di 2'ê Mijdarê saet di 09:00 de li herêma Xakurkê qada Girê Şehîd Şerîf û li herêma Zapê jî qada Girê Şehîd Simko bi balafirên şer hatin bombekirin.