​​​​​​​Li herêmê 179 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku îro 179 kesên din bi covid-19 ketine, 15 kesan jiyana xwe ji dest daye û 5 kes baş bûne.

​​​​​​​Li herêmê 179 kesên din bi Koronayê ketin
3 mijdar, 2021   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ragihand ku kesên jiyana xwe ji dest daye mêrek û jinek ji Hesekê, 4 mêr û 3 jin ji Tebqayê, 2 mêrû  4 jin ji Minbicê ne.

Desteyê her wiha ragihand ku 179 kesên din bi Koronayê ketine, ew jî 119 mêr û 60 jin û 5 kes baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 35 hezar û 998 kes bi Koronayê ketine, hezar û 379 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 463 kes baş bûne.

(cx)