‘Em ê li hemberî gef û êrişên dewleta Tirk li ber xwe bidin‘

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê û ciwanên Kobanê êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û gotin, ew ê li hember dewleta Tirk li ber xwe bidin û derfetê nadin dewleta Tirk ku xaka Sûriyê dagir bike.

‘Em ê li hemberî gef û êrişên dewleta Tirk li ber xwe bidin‘
3 mijdar, 2021   07:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Nezarîbûnên gel li hemberî gefxwarinên berpirsên dewleta Tirk ku dê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, zêde dibin. Di vê çarçoveyê de şêniyên navçeya Dirbêsiyê û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Kobanê gefên dewleta Tirk şermezar kir.

DIRBÊSIYÊ

Şêniya bi navê Enûd Mihemed got, gefên Erdogan ên li ser herêmê li gel aloziya hundirîn ên li Tirkiyê tên kirin.

Enûd Mihemed wiha domand: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeta berxwedan û têkoşînê esas girtine. Em xwedî îradeyeke xurt in û me ev yek ji fikir û felsefeya rêberê Ocalan girtiye. Pêkhateyên herêmê yek rih in û yek laş in. Em ê ji bo armanca xwe ya rizgarkirina hemû herêmên ji dewleta Tirk û çeteyên wê tê dikoşin."

/kr/uploads/files/2021/11/03/074106_-.webp

Enûd Mihemed anî ziman ku serkeftin her tima wê para gelan e, ew ê Erdogan û artêşa wî ya dagirker têk bibin, her wiha îşaret bi girîngiya berxwedan û têkoşînê li hember çi êrişên li dijî aramî û ewlehiya herêmê, kir.

Mihemed Hisên jî diyar kir ku gefên dewleta Tirk li ser her welatiyekî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpêkirineke û wiha axivî: "Mafê dewleta Tirk tuneye ku gefan bixwe û êrişî herêm û ava me bike. Dewleta Tirk şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî koçber kir."

/kr/uploads/files/2021/11/03/074110_-.webp

Mihemed Hisên wiha pêde çû: "Em van binpêkirinan şermezar dikin. Em ê canê xwe feda bikin. Li hember çi êrişan em ê çekan rakin. Dewleta Tirk weke pêşiyên xwe yên Osmanî herêman dagir dike. Em pêkhateyên herêmê derfetê nedin ku xaka me dagir bike. Parastina herêm û xaka me erka me ye."

Jina bi navê Şerîfa Hisên sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: "Ev xak a pêşiyên me ye û em bi hêsanê dê dev ji vê xakê bernedin. Em ê tevî zarokên xwe şer bikin heta ku em herêmên xwe rizgar bikin û bi ewlehî bijîn."

/kr/uploads/files/2021/11/03/074029_-.webp

KOBANÊ

Ciwanên Kobanê  nerazîbûn nîşanî êriş û gefên dewleta Tirk dan. Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Mihemed Mehmûd got, dewleta Tirk dixwaze bi rêya êriş û gefên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedana gelê herêmê lawaz bike.

Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çiyayên Kurdistanê de bi bin ket, gerîlayan berxwedaneke bêhempa meşand û tevî ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bikar anî, zerarên mezin gihaşt wan.

Mehmûd di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: "Dewleta Tirk şerê taybet li dijî herêmê bikar tîne. Armanca wê ji vê yekê ewe ku fikirên gelê xwe berbelav bike û wan bi şer, koçberî û dagkirina zêdetir ji xakê mijûl bike."

/kr/uploads/files/2021/11/03/074149_-.webp

Mihemed Mehmûd destnîşan kir ku îradeya wan xurt e, dewleta Tirk dê wan têk nebe û dê neghêje armancên xwe li herêmê, her wiha dê li hember dijmin bisekinin.

Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Hebûn Mihemed jî êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk nikare vîna gelên herêmê bişkîne.

Hebûn Mihemed da zanîn ku dewleta Tirk her demekê gefan dixwe û sewqiyatên leşkerî ber bi herêmê ve dişîne da ku aramî û ewlehiya wê têk bibe û wiha domand: "Armanca gefên dewleta Tirk ên li ser  Kobanê, Til Rifet, Eyn Îsa û Minbicê ew e ku gel bitirsîne."

Hebûn Mihemed bi domdarî got: "Gef û êrişên dewleta Tirk me natirsîne, ciwanên şoreşger dê li hemû pilanên dewleta Tirk li ser herêmê bisekinin û dê derfetê nede ku bi hustek ji xaka wan a ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, were dagirkirin."

/kr/uploads/files/2021/11/03/074244_-.webp

Hebûn Mihemed wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide îradeya gelê herêmê bişkîne û vê yekê bi rêya şerê taybet, êriş û gefan pêk tîne. Lê hemû gefên li ser herêmê dê bi bin bikevin."

(bx)

ANHA