Çeteyên dewleta Tirk 3 jin ji gundewarê Girê Spî revandin

Çavkaniyeke herêmî ji gundewarên kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 jin li ber klînîkekê li navçeya Silok a dagirkirî revandin.

Çeteyên dewleta Tirk 3 jin ji gundewarê Girê Spî revandin
3 mijdar, 2021   09:21
EYN ÎSA

Li gorî çavkanî, çeteyan bi erebeyekê li ber klînîka Dr.Rakan li bajarê Silokê rawestiyan û 3 jinên ku li klînîkê bûn revandin û bi lez ji cihê bûyerê reviyan.

Çavkanî tenê navê jineke ku hatiye revandin bidest xist û navê xwe wiha ye: Seher Mihemed El-Xelûf ji eşîra El-Meradat a bajarokê Hemam Turkman a kantona dagirkirî ye.

(dx)

ANHA