Rojnameyên erebî: Tevgerên DYA li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rawestandina Tirkiyê

Rojnameyên erebî yên îro behsa helwesta Amerîka ji gefên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, aloziya Tûnis û Lîbyayê, kir.

Rojnameyên erebî: Tevgerên DYA li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rawestandina Tirkiyê
Rojnameyên erebî: Tevgerên DYA li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rawestandina Tirkiyê
Rojnameyên erebî: Tevgerên DYA li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rawestandina Tirkiyê
3 mijdar, 2021   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

TEVGERA AMERÎKA LI ROJHILATÊ SÛRIYÊ DA KU TIRKIYÊ Û ÎRAN RAWESTÎNE

Têkildarî mijarê rojnameya El-Şerq El-Ewset got: "Artêşa amerîkî û Koalisyona Navneteweyî li dijî DAIŞ`ê rêzetevgerên meydanî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî. Armanca Amerîkayê ew e ku dewleta Tirk a ku pilan dike operasyoneke leşkerî pêk bîne û Îran ku Washington ew tewanbar kir ku bi balafirên bê mirov êrişî baregeha Amerîka li herêmê kir, rawestîne."

Şahidan diyar kir ku yekemîn karwanê Koalisyona Navneteweyî ji bo destekdayîna ji QSD`ê re piştî hevdîtina dawî di navbera Erdogan û serokê Amerîkayê Joe Biden li Romayê de, derbasî herêmê bû.

Koma bi navê "Mexawîr El-Sewra" a muxalif ragihand ku cîgirê fermandarê giştî yê Hêzên Erkên Hevbeş di Koalisyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê generalê birîtanî Richard Bell piştî tewanên berpirsên amerîkî ji Îranê re ku bi rêya balafirên bê mirov êrişî baregeha El-Tenef a li ser sînorê Sûriyê – Iraq – Urdunê kir, serdana baregehê kir.

Her wiha berdevkê Pentagonê John Kirby, roja Duşemê, piştrast kir ku Washington dixwaze "kanalên pêwendiyê" bi Mosckow re li Sûriyê vekirî bihêle.

Ji aliyekî din ve jî, duh civînek navbera Rûsya û Tirkiyê li bakurê Sûriyê hate lidarxistin. Helîkopterên rûsî jî li ser gundewarên bajarê Helebê geriyan û tetbîqat û perwerdeyên leşkerî di sêgoşeya sînorê di navbera xetên şer ên belavbûna hêzên rejîmê-QSD-çeteyên Tirkiyê de, pêk anîn.

PARTIYA ISTÎFAKIRIYAN …GELO EW SÎWANEKE NÛ YE EL-NEHDA YE?

Têkildarî rewşa Tûnisê, rojnameya El-Ereb got:"Aliyên siyasî yên Tûnisê bal kişand ser dema ragihandina komeke îstifayan ji partiyeke nû ya siyasî re piştî ku ji tevgera El-Nehdayê derketin û û zêdebûna axaftinên li ser hilweşandina tevgerê.

Di raporeke dadgeha muhasebeyê de hate gotin ku divê partiya El-Nehdayê were hilweşandin û Serokê Tûnisê Qeyîs Seîd jî di vê mijarê de israra xwe anî ziman.

Heman aliyên siyasî dûr nabînin ku hewldanên ragihandina partiyeke nû, ji bo amadekariya pêngaveke nû dibe ku ber bi hilweşandina Tevgera El-Nehdayê ve be.

JI BO SEROKATIYA LÎBYAYÊ EL-DEBÎBE XWE AMADE DIKE

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan ev wiha nivîsî: "Komseriya hilbijartinên Lîbyayê duh şertên ji hilbijartinên serokatiyê eşkere kir. Çavkaniyan ji El-Beyan re texmîn kir ku deriyê hilbijartinê roja Duşemê were vekirin.

Li gorî çavdêran ku heger hemû alî ji şertên hatin ragihandin razî bin, dibe ku yekser berê xwe bidin vekirina deriyên hilbijartinê di destpêka hefteya pêş de.

Hin raporên herêmî jî ragihand ku derfetdayîna ji El-Debîbe re ku xwe ji bo serokatiyê hilbijêre derfeta serkeftinê dide wî piştî ku di pêkanîna hemleya progefandayê ya berfireh  de bi ser ket.

(bx)